18:03 23 Mijdar 2017
Zindî
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê

    Hikûmeta Kurdistanê: Em biryara Dadgeha Federal a Iraqê qebûl dikin

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 115 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke bersiva biryara Dadgeha Federal a Iraqê da û ragihand ku ew rêzê ji vê ravekirinê re digrin lê divê cîbicîkirina hemû madeyên Destûra Iraqê bibe sedema parastine hemû maf, desthilat û taybetmendiyên di destûrê de hatine bicîhkirin.

    Herêma Kurdistanê
    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiv da biryara Dadgeha Federal a Iraqê, ku li ser daxwaza Sekreterê Giştî yê Civata Wezîrên Iraqê, roja 6ê Mijdarê, biryara jimare 122 derxistibû û madeya yekemîn a Destûra Iraqê rave kiribû. Di vê raveyê de hatibû diyarkirin, "Komara Iraqê dewleteke federalî ya serbixwe ye, xwedanê serweriyeke temam e, ku sîstema hikûmdariyê tê de komariya parlamenterî ya demokratîk e. Ev destûr bingeha yekîtiya Iraqê ye."

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bersiva şîroveya xwe de ragihand: "Herêma Kurdistanê her tim teqez kiriye, ku ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de, pabendî rê û rêbazên destûrî û yasayî ye."

    Ala Kurdistan û Iraqê
    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erênî pêşwaziya înîsîyatîfa Seyîd Elî Sîstanî, kesayetên Iraqî û welatên dost dike, ku dixwazin ji bo çareseriyê vegerin Destûra Iraqê.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de diyar kir ku: "Em rêzê ji vê ravekirina madeya yekem a destûrê ya Dadgeha Bilind a Federalî re digrin. Di heman demê de teqez dikin, ku bi baweriya me divê ev yek bibe bingehek ji bo destpêkirina diyalogeke nştîmanî ya giştî. Cîbicîkirina hemû madeyên Destûra Iraqê bibe sedema parastina maf, desthilat û taybetmendiyên di destûrê de hatine destnîşankirn. Tekane rê garantîkirina yekîtiya Iraqê ya ku di madeya yekemîn de jî hatiye destnîşankirin e."

    Bi heman mijarî:

    Bexda û Hewlêr dê li hev bikin?
    Barzanî û Talebanî serdana Derbendîxanê kirin
    Şaredariya Konyayê derbarê wesayîta Şaredariyê ya li Reqayê daxuyaniyek da
    Aliyên Şiî yên Iraqê dixwazin rê li ber zewaca keça 9 salî vekin
    Parlamenterên HDPê çûn serdana Balyozxaneya Îranê
    Trump: Ez ê daxuyaniyeke girîng bidim
    Etîketan:
    Têkiliyên Bexda û Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqa Federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Bexda, Hewlêr, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de