15:47 23 Mijdar 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Barzanî sipasiya Tirkiyeyê kir

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5502

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo lêkolîna rewş û ziyanan, dê komîsyonekê bişînin cihê erdhejê û sipasiya hikûmeta Tirkiyeyê kir ku di kêliyên yekem ên erdhejê de ji bo alîkariyê peyam şandine.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de bûyera erdhejê, geşedanên dawîn nirxand.

    Barzanî da xuyakirin ku ji şevê din ve ji bo agahiyên derbarê erdhejê de, li gel Parêzgarê Silêmaniyê û Qaymiqamê Derbendîxanê di nava şêwirê de ne û got: "Li gorî zanyariyan heta niha 7 welatî can dane û hejmarek welatî jî birîndar bûne. Me di Encumena Wezîran de biryar da ji bo lêkolînan dê komîsyonekê bişînin cihê erdhejê."

    Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku piştî erdhejê Ofîsa Serokomarî, Wezareta Derve û Konsulxaneya Hewlêrê peywendî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re kirine û demildest hevkarî şandine.

    ‘EZ DIXWAZIM SIPASIYA SEROKOMARIYA TIRKIYEYÊ BIKIN.

    Barzanî got: "Tirkiyê ji duh şev ve bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl alîkarî şandiye herêmê. Herwiha bi rêya firokexaneya Silêmaniyê ve hevkarî şandin. Ez dixwazim spasiya helwesta Serokomariya Tirkiyeyê bikim. Tirkiyê di rojên teng de alîkariya me dike. Tirkiye cîranê me ye û em her tim dixwazin peywendiyên me bi cîranên me re baş be."

    BÛDÇEYA IRAQÊ Û DIYALOGA LI GEL BEXDAYÊ

    Serokwezîr Barzanî behsa projeyasaya bûdceya 2018ê ya Iraqê jî kir û diyar kir ku wan nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê vê mijarê de pêşkeşî hikûmeta Bexdayê kirine lê heta niha ti bersivek wernegirtine û wiha axivî:

    "Ev xiraptirîn reşnivîsa projeyasaya bûdceya Iraqê ye. Ew pênaseyên di nava reşnivîsê de hene bi temamî ji bo xirakirina qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê ne. Di vî aliyê de helwesta me eşkere ye. Destûr pênaseya qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê dike. Em dixwazin li gel Bexdayê bigihin rêkeftinekê. Di vê reşnivîsê de zulm li gelê Kurdistanê kirine. Çimkî ew rêjeya diyar kirine tenê têra meaşê parêzgehekê nake. Me bi sîstema bayometrî hejmara karmend û meaşxuran destnîşan kirIye.

    Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ku ew dixwazin pirsgirêkên li gel Bexdayê di çarçoveya Destûra Iraqê de were çareserkirin û dubare kir, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjan amade ye.

    Bi heman mijarî:

    Di medyaya civakî de erdhej
    Bi dijwariya 8an erdhej pek hat: Banga tsunamiyê hat kirin
    Li Egeyê erdhej pêk hat
    Li Bodrumê bi dijwariya 4.9ê erdhej
    Etîketan:
    alîkarî, erdhej, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de