15:44 23 Mijdar 2017
Zindî
    Erdhej - Kurdistan

    Herêma Kurdistanê ji bo erdhejê maseya krîzê ava kir

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo telafîkirina ziyanê erdhejê û gihandina xizmetê ji bo welatiyan dîrektîfek weşand û bangî saziyên fermî û wezaretan kir ku herin ser karên xwe.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xizmetkirina welatiyan û alîkariyê bangî hemû karmendên nexweşxane, saziyên tendirustî, Wezareta Tendirustî û dezgehên rewşa lezgîn kir.

    Li gorî daxuyaniyê, hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji hemû walî û qeymeqaman kiriye ku ji bo xizmeta hemwelatiyan amade bin.

    Hikûmetê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û ji bo birîndaran jî daxwaza şîfayê kir.

    Bi heman mijarî:

    Hejmara miriyên erdhejê gihîşte 155 kesan
    Wezîr welatî hişyar kirin: Bendav zirar dîtiye malên xwe biterikînin
    Haşdî Şabî nahêle koçber vegerin
    Li Kurdistanê erdhejek çêbû: Mirî û birîndar hene
    Bexdayê çar merc ji bo diyalogê eşkere kirin
    Etîketan:
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Helepçe, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de