23:40 23 Mijdar 2017
Zindî
    Erdhej

    Li Kurdistanê erdhejek çêbû: Mirî û birîndar hene

    © AFP 2017/ Richter magnitude scale
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 65810

    Peyamnêrê Spûtnîkê ragihand ku erdhejek ji bajarê Helebceyê dest pê kiriye û tevahiya bajarên Kurdistanê hejandine. Herwiha li gorî hinek çavkaniyên herêmî, bajarên kurdan ên li Tikriyeyê jî hejiyane. Li gorî agahiyên destpêkê mirî û birîndar hene.

    Peyamnêrê Spûtnîkê ragihand ku li Hewlêra paytextê Kurdistanê erdhejek çêbû.

    Herwiha ku berî wê bi deh deqîqeyan li bajarê Helebceyê jî erdhejek çêbûye.

    Li gorî agahiyan ku peyamnêrê Spûntikê ragihandine, erd li Helebce, Silêmanî, Hewler û heta Dihokê hejiyaye û gihiştiye bajarê Zaxoyê jî.

    Peyamnêrê Spûtnîkê ragihand ku gelek mirî û birîndar hene.

    LI IRAQÊ JÎ ÇÊBÛ

    ​Hat ragihandin ku navçeyên Iraqê jî bi erdheja Kurdistanê hisiyane.

    LI BAJARÊN KURDAN ÊN TIRKIYEYÊ Jî ÇÊBÛ

    ​Li gorî çavkaniyên herêmî ji Kurdistan Spûtnîkê re ragihandiye, erdhej li bajarê Qoserê jî çêbûye.

    Medyayê Tirkiyeyê ragihand ku Amed, Nisêbîn, Êlih, Mêrdîn, Gever û Şirnexê jî hejiyane.

    Hinek bikarhênerên medyaya civakî ragihand ku erdhej li bajarê Çomanê yê girêdayî Hewlêrê jî çêbûye. Xelk tirsiyaye û derketiye derve.

    QUBADÎ DAXUYANIYEK DA

    ​Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî di Twittera xwe de nivîsî ku dia dike her kes ewle be û got: "Erdhejeke rasteqîn jî li gelerdhejên polîtîtîk, ewlekarî, mirovî û aborî li Kurdistan û Iraqê xist. Dia dikim her kesê di bin bandora wê de maye ewle û bêzirar be.

    Li gorî US Geological Survey, hêza erdhejê 7.2 ye û li başûrê rojhilatê Silêmaniyê çêbûye.

    ​LI BAJARÊN KURDAN ÊN ÎRANÊ JÎ ÇÊBÛ

    li bajarên kurdan ên Îranê j jî erdhej çêbûye. Li gorî agahiyên di medyaya herêmî de cih digirin, li sînorê parêzgeha Kirmaşanê û bi taybetî li navenda bajarê Kirmaşan û bajarên Pawer, Serpol Zehaw, Qesrî Şîrîn û Selas Bawecanî erdhejê rû daye.

    ​Fazil Ibrahim birêveberê seqanasî û erdhejan liHerema Kurdistanê ragihand kuli gorî pîvera rexterê hêza erdheja îsev 4.3 bûye û heta niha ti ziraren canî nehatine tomarkirin.

    Bikarhênerekî medyaya civakî hinek dîmen ji bajarê Derbendîxanê yê Silêmaniyê ve belav kirin ku tê de avahî xera bûne û xelk derketine kolanan.

    Xwendekarên Zanînegha Raperînê ya bajarê Ranyayê yê Silêmaniyê vîdyoyek belav kir ku tê de xwendekar ji tirsa re li derve ne.

    ​Navenda Kordînasyona Qeyranan a Hevbeş a Wezareta Hundir a Herêma Kurdistanê ragihand ku erdhejekê bi hêza 7.2 li Kurdistan û Iraqê xistiye û li gorî agahiyên destpêkê û li gorî daxuyaniya wan ziyanên canî tine ne lê hinek xanî xera bûne.

    ​Hinek dîmen ji bajarê Silêmaniyê di dema erdhejê de.

    LI DERBENDÎXANÊ, 500 KES BIRÎNDAR BÛNE

    ​Birêveberê Giştî yê Tenduristiya Silêmanê ji NRTyê ragihand ku 500 kes li navçeya Derbendîxanê ya Silêmaniyê birîndar bûne.

    ​Rojnamevan û analîst Mahmut Bozarslanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku 58 kesên birîndar serî li nexweşxaneyan dane.

    ​Herwiha peyamnêra Spûntîkê li Bexdayê ragihand ku erdhej li Bexdayê jî hatiye hîskirin û heta deqîqeyekê dirêj kiriye û li parêzgehên Besra, Necef, Kerbela, Dîwanî û Diyalayê jî hatiye hîskirin.

    LI ÎRANÊ 6 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

    Televzyona Dewletê ya Îranê ragihand ku li rojavayê welatî li Qesrî Şêrîn şeş kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Filipînê bi dijwariya 6.5 erdhej: 15 mirî û 90 birîndar
    Li Çanakkaleyê erdhej
    Li Çanakkaleyê bi dijwariya 4.6ê erdhej
    Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.5 erdhej
    Li Deryaya Egeyê erdhej
    Li Çanakkaleyê bi dijwariya 4.9 erdhej
    Li Semsûrê li dû hev erdhej pêk hat
    Etîketan:
    Erdhej, Qoser, Silêmanî, Hewlêr, Tirkiye, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de