16:03 23 Mijdar 2017
Zindî
    YPG û leşkerên Amerîka

    KCK: Têkiliya di navbera YPGê û Amerîkayê de fêm nakin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 49430

    Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Riza Altûn ji ajanseke nêzîkî PKKê re ragihand ku, "Divê têkilî û pêvajoya di navbera YPGê û hevpeymana navdewletî de were fêmkirin, ji ber ku heya niha têkilyên wan tenê di asta serbazî de ne."

    Endamê Konseya Rêveber a KCKê Riza Altun ji ajansa ANFê ya ku nêzîkê PKKê re axivî.

    Altûn li ser têkiliya hêzên YPGê ya bi koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîka dike re diyar kir ku ji bo têgihiştina rewşa heyî ya siyasî divê destpêka vê pêvajoyê were fêhmkirin û got: "Ev yek têkiliyeke siyasî ya ku xwe dispêre têkiliyeke statejîk û taktîkî ya ji berê ve hatiye plankirin nîn e. Divê bi giranî weke rewşeke taktîkî û siyasî ya di nava têkoşîn, berxwedan û rewşa siyasî de derkete holê bê nirxandin. Dema ku krîz li Rojhilata Navîn derket, PKKê xwedî têkoşîneke ji çil salan bû."

    BERXWEDANA KOBANÊ BÛ XALA DIYARKER

    Altûn got ku, "Dema ku vî şerî û berxwedanê dest pê kir di serî de Tirkiye, Îran, Sûriye û hemû hêzên mîna wan piştgirî didan hêzên selefî yên li Sûriyeyê êrîşî Kurdan dikirin û wiha dewam kir: "Di serî de Amerîka û Îsraîl, hêzên din jî piştgirî didan van. Timî proje diafirandin; bi rêya projeyên afirandîn hewl didan wan li gorî berjewendiyên xwe bixin nava liv û tevgerê. Hêzên selefî jî bi desteka ji van hêzan wergirtî êrîşî Kurdan dikirin. Vê yekê heta berxwedana Kobanê dewam kir. Berxwedana Kobanê bû xala diyarker. Heta destpêkirina Kobanê, ti hêzeke herêmî û navneteweyî piştgirî nedidan têkoşîna azadiyê ya Kurdan. Hêzeke ku bi Kurdan re têkiliyeke taktîkî deyne jî tine bû. Hemûyan dest dabûn hev û ji bo tasfiyekirina tevgereke bi vî rengî ya ji destê wan dihat kirin. Îran jî bi rejîma Sûriyeyê re tevgeriya û xwest vê yekê bike."

    Bi heman mijarî:

    YPG: Nabe ku em hejmara baregehên leşkerî û tirên çekan ên Amerîkayê şandine eşkere bikin
    Zêbarî: YPG nahêle Tirkiye û Iraq deriyekî nû vekin
    YPG: Îro yan sibe dê tevahiya Reqayê rizgar bibe
    YPG: Me bi rayedarên rûsî re çareseriya krîza Sûriyeyê axivî
    Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê: Em nahêlin YPG bigihîje armancên xwe
    Etîketan:
    têkilî, YPG, KCK, Riza Altûn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de