04:11 20 Nîsan 2018
    Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

    Iraq danûstandinên bi pereyên biyanî li bankayên Kurdistanê qedexe dike

    © REUTERS /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bankaya Navendî ya Iraqê biryarnameyek weşand û tê de hefteyek molet da bankayên Herêma Kurdistan, daku karûbarên bi pereyên biyanî rawestînin.

    Berdevkê Bankaya Navendî ya Iraqê Ayser Cebar ji bo Sputnikê got, Bankaya Navendî ya Iraqê ji bo hefteyekê molet daye bankayên li Herêma Kurdistanê, daku karûbarên xwe temam bikin, ji ber ku piştî vê pêvajoyê danûstandinên bi pereyên biyanî li wan bankayan qedexe ye.

    Cebar amaje bi wê yekê kir kul i Herêma Kurdistanê nêzikî 63 banka bi dolar û pereyên biyanî yên din danûstandinê dikin û got, "Ev bankayan piştî hefteyekê êdî dê nikaribin bbi pereyên biyanî danûstandinan an jî hewlaya pereyan bikin."

    Hêjayî gotinê ye ku Iraqê beriya niha jî ji bankayên taybet xwestibû ku hemû şaxên xwe yên li Herêma Kurdistanê bigirin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Kurdistanê ofîsa xwe ya li Kerkûkê girt
    Kurdistanê 80 milyon dolar dan hilberînerên petrolê
    Qibris: Em amade ne ku bi Herêma Kurdistanê re alikariyê bikin
    'Şikestina Kurdistanê bi piranî di stûyê Barzanî de ye'
    2yem Mihrîcana Sînemayê ya Rojava û referandûma Herêma Kurdistanê
    Etîketan:
    Berdevkê Bankaya Navendî ya Iraqê, Ayser Cebar, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de