15:46 22 Nîsan 2018
    Mesûd Barzanî û referandum

    'Barzanî ji bo Qasim Silêmanî nameyeke nepenî şand'

    © REUTERS / Ari Jalal
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12

    Hat îdiakirin ku Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyeke veşartî ji bo Qasim Silêmanî Fermandarê Hêza Qudsê yê Pasdarên Îranê şandiye.

    Li gorî agahiyên rojnameya El Exbar a Lubanî jêderkekî nêzikî Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê gotiye Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî nameyeke veşartî ji bo Qasim Silêmanî Fermandarê Hêza Qudsê yê Pasdarên Îranê şandiye.

    Wî jêderkî di derbarê naverok nameyê de agahî neda lê îdia kir ku dibe Îran di demeke nêzik de nameya Barzanî qebûl bike û dibe ku em di qonaxa pêş de bibin şahidên hevkariya Îran û Barzanî.

    Li gel vê yekê him jêderkekî Iraqî him jî jêderkekî Kurd ji bo El Exbarê anîn ziman ku Neçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryar daye ku di rojên pêş de biçe serdana Bexdayê û gotin lê roj û saeta serdanê hêj ne diyar e, ji ber ku divê Iraq destûrê bide destpêka rêwitiya hewayî, da ku Barzanî karibe ji Hewlêrê bifire.

    Ji aliyê din ve jêderkên PDKê hebûna nameyeke wisa ne piştrastkirin ne jî derewandin û ji bo Sputnik Kurdistanê ragihandin ku haya wan ji nameyeke wisa tune ye.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Divê gelên bindest bi xwe têkoşîna xwe bimeşînin
    'Şikestina Kurdistanê bi piranî di stûyê Barzanî de ye'
    Macron nameyek ji Barzanî re şand
    Barzanî: Bijarteya leşkerî li dijî Kurdistanê dê ti encamê nede
    'Barzanî mecbûr e berê xwe bide Rûsyayê'
    Etîketan:
    nameyeke nepenî, Serokê Giştî yê PDKê, Fermandarê Hêza Quds a Îranê, Qasim Silêmanî, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de