14:57 19 Nîsan 2018
    Herêma Kurdistanê Pêşmerge û Alaya Kurdistanê

    Ji Kongreya Amerîka bo Pêşmerge biryarek girîng

    © AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 60

    Kongreya Amerîkayê ji bo alîkariya hêzên Pêşmerge şertê yekparçebûna Iraqê rakir. Bi vê biryarê Amerîka wê bikaribe rasterast alîkariya Pêşmerge bike.

    Heyder Ebadî
    © REUTERS / Alaa Al-Marjani /File Photo
    Kongreya Amerîkayê di rûniştina bûdçeya 2018an de ji bo alîkariya hêzên Pêşmerge şertê yekperçebûna Iraqê rakir û biryar da ku 365 milyon dolar alîkariya leşkeri bêşert ji hêzên Pêşmerge re bişîne.

    Rojnameya Al Monîtorê di nûçeya xwe ya derbarê mijarê de got: "Ev gava Kongreya Amerîkayê ya ji bo alîkariya Pêşmerge gaveke pir girîng e û tê xuyakirin ku Amerîka di helwesta xwe guherînan dike."

    Endamên Kongreyê jî di raporta xwe ya derbarê mijarê de gotin ku divê Washîngton polîtîkaya xwe ya Iraq û Sûriyeyê dîsa ji çav derbas bike. Di berdewamiya raportê de hat gotin ku em ji êrişên milîsên Haşdî Şabî yên ser Kurdistan û hêzên Pêşmerge bi endişe ne.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Pêşmerge: Şer ne di berjewendiyê herdû aliyan de ye
    Fermandarê Pêşmerge: Amerîka ji ber polîtîkayên xwe yên bi Iranê re kurdan dike qurbanî
    Iraqê dê çiqas muçe bide Hêzên Pêşmerge?
    Ebadî: Ger Pêşmerge êrîş bike wê ti cihekî bi ewle ji xwe re nebîne
    Pêşmerge: Me ji welatên hevpeymanê xwest ku roleke girîng bilîzin
    Etîketan:
    Kongreya Amerîkayê, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de