17:13 25 Nîsan 2018
    Kosret Resûl

    Fermandar û Cîgirê Sekreterê YNKê Kosret Resul rakirin nexweşxaneyê

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku fermandarê Pêşmerge û Cîgirê Sekreterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resul Elî îro sibehê rakirin nexweşxaneyê.

    Ofîsa Çapemenî ya Kosret Resul Elî di daxuyaniya xwe de ragihand ku îro sibehê rewşa tendirustiya Kosret Resul Elî xirab bû û ji ber wê ew rakirin nexweşxaneyê.

    Li gorî daxuyaniya ofîsa çapemenî ya Kosret Resul, îro sibehê rewşa tendirustî ya Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî têk çû û ew rakirin nexweşxaneyê û niha di bin çavdêriya bijîşkan de ye.

    Dr. Dara Reşîd di daxuyaniya xwe ya ji bo Kosret Resul Elî de got: "Kosret Resul niha di bin çavdêriya hûr a bijîşkan de ye û tiştê pêwist tê kirin."

    Li gorî agahiyên peyamnêrê Sputnik Kurdistanê ragihand, kurê Kosret Resûl Elî diyar kiriye ku rewşa wî niha baş e, ji ber kêşeyeke di nava hinava wî de rastî operasyona neştergeriyê hatiye.

    Bi heman mijarî:

    Kosret Resûl: Divê dinya fişarê li Bexdayê bike
    Kosret Resûl: Êrîşa Kerkûkê plangeriyeke piralî ye
    Barzanî: Bexda çi biryarê dide bila bide, nikare têkoşerê wek Kak Kosret Resûl bigire
    Di derbarê Kosret Resûl de biryara girtinê hat dayîn
    Kosret Resûl di derbarê Kerkûkê de daxuyanî da
    Etîketan:
    YNK, Kosret Resûl Elî, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de