00:53 26 Nîsan 2018
    Kerkûk

    Tirkmen ji bo statûya Kerkûkê ketin hewldaneke nû

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 03

    Hat ragihandin ku tirkmenên Kerkûkê ji bo Kerkûk û navçeyên girêdayî wê bibe herêmeke xweser li Parlamentoya Iraqê dest berhevkirina îmzeyan kirin.

    Piştî ku Kerkûk û navçeyên wê 16ê Cotmehê ji aliyê milîsên Haşdî Şabî û hêzên iraqî ve hatiye dagirkirin ne walîtî û ne jî encûmena bajêr civîn li dar nexistine. Ji bo peydakirina çareseriyeke demildest gelek pêşniyar hatine kirin û nêrîn hatine pêşkeşkirin. Yek ji wan jî avakirina herêmeke xweser e ku beşek ji aliyên tirkmen piştgiriyê didin vê nêrînê.

    Li gorî Parlamenterê Iraqê yê berê Nebîl Mihemed Cerbo, nabe tirkmen bêyî kurdan biryareke yekalî bidin. Cerbo di axaftina xwe de got: "Em ê vegerin ser pirsgirêkên berê. Lewma, bi nêrîna min pêwîste tirkmen peywendiyeke siyasî û bi bandor li gel birayên kurd dirûst bikin. Di heman demê de pêwîste biryara li ser Kerkûkê biryareke yek alî ya erebî yan jî tirkmenî nebe, divê biryareke hevbeş hebe di navbera tirkmen, ereb û kurdan de."

    Nûnerê Bereya Tirkmenî li Tirkiyê Hîcran Kazancî jî ragihand ku parvekirina kursiyan li ser hîmê wekheviyê dê baştir be û got: "Dema em behsa îdareya xweser dikin, mebesta me ew e, ku post û kursiyên Kerkûkê bi hevparî werin parvekirin. Wate %32 bo kurdan, %32 bo tirkmenan %32 bo ereban û herwiha %4 jî ji bo kild û aşûriyan. Ji bo vê pêşniyazê li Parlamentoya Iraqê îmze hatine komkirin lê heta niha jî birêz Ebadî li ser vê pêşniyazê neaxiviye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    'Du lîwayên leşkerî dê biçin Kerkûk û Xurmatûyê'
    Rêbwar Talabanî: Kerkûk tê Şiîkirin
    "Sê dewletan li ser statûya Kerkûk, Xurmatû û Tileferê li hev kiriye"
    Parlamento îro bi mijara Kerkûk û êrişa Haşdî Şabî dicive
    Hejmara kurdên ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn eşkere bû
    Etîketan:
    Eniya Tirkmenên Iraqê, Statûya Kerkûkê, Hîcran Kazancî, Nebîl Mihemed Cerbo, Iraq, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de