02:29 20 Nîsan 2018
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Divê gelên bindest bi xwe têkoşîna xwe bimeşînin

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku Bexdayê ji bo êrîşkirina Kurdistanê referandûm ji xwe re kir bihane û got, "Li ber çavên Amerîkayiyan bi çekên Amerîkayê êrîşê Kurdistanê û Pêşmerge kirin." Barzanî herwisa rexne li welatên Rojava girt û got, "Derket holê ku gelê bindest divê têkoşîna xwe bi xwe bide."

    Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî ji bo televîzyona CNN a Amerîkayê axivî û ragihand ku Bexdayê ji bo êrîşê Kurdistan û Pêşmerge bike, referandûm ji xwe re kir bihane û got, "Li ber çavên Amerîkayiyan bi çekên Amerîkayê êrîşê Kurdistanê û Pêşmerge kirin."

    ‘HÊZÊN KU AMERÎKA EW ‘TERORÎST' ÎLAN KIRIN, BI ÇEKÊN AMERÎKAYÊ ÊRÎŞÊ ME KIRIN'

    Barzanî derbirî ku bi saya Pêşmerge artêşa Iraqê ket Mûsilê û Mûsil ji rêxistina terorê ya DAIŞê rizgar kir û diyar kir ku ew ji ber geşedanên piştî referandûmê bi hêrs in. Mesûd Barzanî ev tişt gotin:

    "Divê ez rastiyekê bînim ziman ku referandûm ji bo Bexdayê bihane bû. Bexdayê plana xwe ya ji bo êrîşa li dijî Kurdistanê ji berê de amade kiribû lê em nefikirin ku Bexda wê êrîşê Kurdistanê bike. Lê tişta ku em gelekî xemgîn kir, hêzên ku Amerîka ew ‘terorîst' îlan kirine, bi tank û çekên Amerîkayê û li ber çavên rêveber û leşkerên Amerîkayê êrîşê me kirin."

    ‘ME BI AWAYEKÎ DEMOKRATÎK Û AŞTYANE MAFÊ XWE YÊ REWA BI KAR ANÎ'

    Barzanî da zanîn ku gelê Kurdistanê wê heta hetayê li bende rizamendiya welatên din nemîne û got, "Me bi awayekî demokratîk û aştiyane mafê xwe yê rewa bi kar anî. Me negot em ê roja piştî referandûmê serxwebûnê ragihînin. Me got, destûrê bidin bila xelkê Kurdistanê îradeya xwe beyan bike.Em ti caran ji diyalog û nîqaşkirina mijarê nereviyan. Me ne daxwazên aliyên din, daxwaz û îradeya gelê xwe esas girt."

    ‘DIVÊ GELÊN BINDEST BI XWE TÊKOŞÎNA XWE BIMEŞÎNIN'

    Mesûd Barzanî eşkere kir ku welatên Rojavayî ji wan xwestine ku referandûmê ji bo 2 an jî 3 salan taloq bikin û wisa berdewam kir: "Derket holê ku divê gelên bindest bi xwe têkoşîna xwe bimeşîne. Derket holê ku ji bo welatên Rojava ti bingeheke gotinên mafên mirovan, mafên rewa yên gelan, azadî û demokrasiyê tune ye. Ez bi pesindayinê dikarim bibêjim ku Pêşmerge efsaneya DAIŞê têk şikand. Me got qey cîhan, civaka navdewletî û kesên digotin em dostên we ne wê piştgiriyê bidin me lê mixabin em xapiyan. Me dît ku ji bilî çiyayan ti dsotên Kurdan tune ye. Mixabin tenê bi piştgirînedanê neman, temaşe kirin û Pêşmerge bi çekên wan şehîd bûn. Vê yekê em gelekî xemgîn û hêrs kir.

    'ARTÊŞA IRAQÊ BI SAYA PÊŞMERGE KET MÛSILÊ'

    Mesûd Barzanî di axaftina xwe de bang li Ebadî jî kir û ev tişt gotin, "Têkoşîna ku Pêşmerge li dijî terorê daye, li holê ye. Ger ne Pêşmerge bûya, artêşa Iraqê wê nikarîbû derbasî Mûsilê bibûya û Mûsil wê ji terorê nehatibûya rizgarkirin. Bi vê sedemê peyama me ji bo Ebadî û Iraqê ev e: Bi hikûmeta Kurdistanê re dest bi hevdîtinan bikin, ji ber ku şer dê tenê zirarê nede me, dê dibe hemû Iraqê."

     

    Bi heman mijarî:

    'Şikestina Kurdistanê bi piranî di stûyê Barzanî de ye'
    Macron nameyek ji Barzanî re şand
    'Barzanî mecbûr e berê xwe bide Rûsyayê'
    Barzanî: Bijarteya leşkerî li dijî Kurdistanê dê ti encamê nede
    Mesud Barzanî: Biryarên Iraqê ji aliyê Îranê ve tên dayin
    Barzanî ji Nûnerê NYyê re: Em ji bo diyalogeke cidî amade ne
    Etîketan:
    gelên bindest, Serokê Giştî yê PDKê, Mesûd Barzanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de