21:24 24 Nîsan 2018
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Parlamentoya Kurdistanê ofîsa xwe ya li Kerkûkê girt

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji ber rewşa niha ya li Kerkûkê ofîsa xwe ya li wê parêzgaê girt û peywira wê rakir nava Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê.

    Dîwana Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku wan ji ber rewşa xerab a li Kerkûkê Ofîsa Parlamentoya Kurdistanê ya li wê parêzgahê girtiye û ew veguhastine nava Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê.

    Herwisa di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Em aliyan haydar dikin ku ji ber xerabiya rewşa niha ya li parêzgeha Kerkûkê, metirsiya li ser fermandar û karmendên ofîsa Parlamentoya Kurdistanê li Kerkûkê û herwisa ji ber wan binpêkirinên li dijî ofîsa Kerkûkê hatine û ji ber êrîşkirin û talankirinê, ofîsa Parlamentoya Kurdistanê nikare alaya Kurdistanê hil bide. Ji ber vê yekê me biryar wergirt ku em ofîsa Kerkûkê bînin nav avahiya Parlamentoya Kurdistanê û karên ofîsê yên li Kerkûkê heta rewşa wê parêzgahê baş bibe, bidin rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    Qibris: Em amade ne ku bi Herêma Kurdistanê re alikariyê bikin
    Kurdistanê 80 milyon dolar dan hilberînerên petrolê
    Herêma Kurdistanê: Pêşeroj ne diyar e
    Homoseskeulîtî li Kurdistanê: Asayîbûn heye lê asteng jî pir in
    'Şikestina Kurdistanê bi piranî di stûyê Barzanî de ye'
    2yem Mihrîcana Sînemayê ya Rojava û referandûma Herêma Kurdistanê
    Etîketan:
    ofîs, girtin, Parlamentoya Kurdistanê, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de