22:55 12 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Arêz Ebdullah

    Ebdullah: Dixwazin destûra Iraqê biguherînin û parlamenterên kurd siza bikin

    © Sputnik/ Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Arêz Ebdullah Serokê fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê, behsa metirsiyên li ser Destûra Bingehîn a Iraqê û sizadana hejimarek ji parlamenterên kurd dike ku hin aliyên siyasî yên Iraqî hewl didin ku wan bi tohmeta beşdarîbûna proseya refrandûma serbixwe ya Herêma Kurdistanê bidin dadgehê.

    Arêz Ebdullah ji bo Sputnik Kurdistanê behsa metirsiyên li ser Destûra Bingehîn a Iraqa Federal dibêje, "Destûra Iraqê eger bi rêkeftina tevahiya Iraqiyan were dirustkirin, karekî pir baş e, lê niha û piştî encamdana referandûma serbixwe ya Herêma Kurdistanê hewl didin di nav Parlamentoya Iraqê de wekî sizadanê destûrê bin pê bikin û ji nû ve dirust bikin û mafên Herêma Kurdistanê têde kêm bikin."

    ‘ARMANCA JINÛVEDIRUSTKIRINA DESTÛRÊ SIZADANA GELÊ KURDISTANÊ YE'

    Ebdullah daxuyand ku li gorî destûra Iraqê eger sê parêzgar li dijî ji nû ve dirustkirina destûrê bin nabe destûr ji nû ve were dirustkirin û wisa berdewam kir: "Wekî nimûne, eger sê parêzgehên kurdistanê nerazî bin, hîç aliyek nikare destûrê ji nû ve dirust bike. Lê belê ew aliyên hewl didin destûrê bin pê bikin û ji nû ve dirust bikin, armanca wan jê sizadana gelê Kurdistanê ye ji ber encamdana referandûmê."

    ‘TUNDKARÊN ŞÎA Û HINEK ALIYÊN SUNNE DIXWAZIN DESTÛRÊ BIGUHERÎNIN'

    Serokê firaksyona YNKê got, "Tundkarên Şia û hinek aliyên Sunne hewla jinûvedirustkirina destûrê didin û di heman demê de gelek ji nûnerên Sunne yên di parlamentoyê de daxwaza jinûvedirustkirina destûrê dikin û dibêjin wekî pêwîst mafên pêkhateya Sunne li Iraqê neparastî ne."

    Arêz Ebdullah da zanîn ku eger rêkeftin hebe jinûvedirustkirina destûrê karekî yasayî û asayî ye û ev tişt gotin, "Lê hewla niha sizadana Herêma Kurdistanê ji ber referandûmê ye, fêlkirin û binpêkirina destûrê ye ji ber ku tekst û madeyên destûrê rê bi vê gavê nadin."

    ‘GER DERFET HEBE DIKARIN HEMÛ PARLAMENTERÊN KURD SIZA BIKIN'

    Arêz Ebdulla bi giranî bal kişand ser sizadana parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê û got, "Eger ji bo hinek aliyan derfet hebe, wê hemû parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê siza bikin û niha hewl didin ku nêzikî 15 parlamenterên Kurd bidin dadgehê û mafê parlamenteriyê ji wan werbigrin."

    ‘LI GORÎ YASA Û DESTÛRA IRAQÊ TI PARLAMENTER NIKARE JI BER NÊRÎNÊN XWE WERIN SIZAKIRIN'

    Ebdullah derbirî ku yasa û destûra Iraqê bi ti awayî rê nade ku parlamenterek ji ber derbirîna nêrînên xwe were dadgehkirin û sizakirin û got, "Ji ber ku destûra Iraqê mafê derbirîna nerînê ji bo hemû welatiyan xerentî kiriye. Îcar dê çawa bikaribin parlamenteran siza bikin, ku wan tenê nerîn û raya xwe li ser mijareke siyasî diyar kirine."

    ‘ARMANCA VÊ HEWLDANÊ SIYASÎ YE'

    Serokê firaksyona YNKê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Bêguman armanceke siyasî Ii pişt wê hewldanê heye. Wekî serokê firaksiyona YNKê, min û serokên firaksiyonên PDK û Yekgirtûya Îslamî û çend parlamenterên din dest nîşan kirine ku di rastiyê da piraniya parlamenterên Kurd beşdaryê proseya referandûmê kiriye. Lê belê em wekî parlamenterên Kurd bi hîç awayekî sizadana wan parlamenteran qebûl nakin û rê nadinê. Ji ber ku ev gav, ne yasayî ye û ne destûrî ye."

     

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê biryareke din stend
    Iraqê dê çiqas muçe bide Hêzên Pêşmerge?
    Wezareta dadê ya Iraqê ji bo ku hin pratîkên Şiî têxe meriyete pêşnûmayek şande parlemenê
    'Rêkeftineke destpêkî di navbera Îran û Iraqê de ji bo petrola Kerkûkê hat îmzekirin'
    'Li Iraqê 512 hemwelatiyên Rûsyayê hatin girtin'
    Neteweyên Yekbûyî: Nabe ku Kurdistan ji Iraqê veqete
    Wezîrekî kurd ê Iraqê: Bexda ji bilî betalkirina encamên referandûmê ti tiştî qebûl nake
    Etîketan:
    destûr, guhertin, Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya IraqÊ, Arêz Ebdullah, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de