04:20 16 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Şandeyek turkmenî bi Erdoganî re civiya û ji bo Kerkûkê daxwazek jê kir

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnamyeke Erebistana Siûdî roja pêncşemê ragihand ku şandeyeke turkmenî li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî re civiyaye û jê xwestiy e ku alîkariya wan bike daku "hêzeke çekdar" li parêzgeha Kerkûkê û navçeya Tileferê ya parêzgeha Nînewayê ava bikin.

    Rojnameyê di raportekê de ragihand, çavkaniyeke siyasî eşkere kiriye ku şandeyeke turkmenên sunî û şîî serdana Tirkiyeyê kiriye û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî re civiyan.

    Li gorî wê raportê wê şandeyê ji Erdoganî daxwaz kiriye alîkariya wan bike daku hêzeke çekdar li tilefer û Kerkûkê ava bikin.

    Hêjayî gotinê ye ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 30ê Cotmehê de bi şandeyeke heyeta korîndator a turkmenî ya bilind re civiyaye ku serokê Eniya Turkmenî Erşed Salihî serokatiyê wê dikir.

    Di civînê de behsa rewşa giştî ya Iraqê,  rewşa Kerkûkê bi taybetî û encamên referandûmê û bûyerên lidî wê hatine nîqaşkirin.

    Parlementerê iraqî Casim Mihemed Caferî berê ragihndibû ku sê dewletan qebûl kiriye ku Kerkûk turkmenî be û Tuzxurmatû û Tilefer bibin parêzgeh.

    Bi heman mijarî:

    Kerîm: Kerkûk dê beşdarî referandûma serxwebûnê bibe
    Parlamenter Tan: Di nava dewleta Kurdistanê de divê Kerkûk û Mûsilê jî hebin
    Waliyê Kerkûkê: Hikûmeta Iraqê Kerkûk piştguh kir û çû Mûsil rizgar kir
    'Bexda dizanîbû Kerkûk ne aîdî wan e, lewma ti xizmet nekirin'
    'Piştî referandûmê divê Kerkûk bibe xwediyê statuyeke taybet'
    Etîketan:
    Erşed Salih, Casim Mihemed Cafer, Recep Tayyip Erdogan, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de