18:03 13 Kanûn 2017
Zindî
    Refîneya petrolê

    Kurdistanê 80 milyon dolar dan hilberînerên petrolê

    © AP Photo/ Vahid Salemi, File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Herêma Kurdistanê di van du rojên dawî de 80 milyon dolar dane hilberînerên biyanî yên petrolê lê hîn jî xeter li ser destheqên mayî heye.

    Gulf Keystone Petroleum Ltd., Genel Energy Plc, DNO ASA and ShaMaran Petroleum Corp ragihandibû ku destheqên xwe yên fiortina petrola xam bo mehên Temûz û Tebaxê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê stendiye.

    Li gorî nûçeya Bloombergê, analîst Al Stanton li şirketa RBC Europe gotiye ku çav êdî li ser destheqên meha Cotmeh û Mijdarê ne.

    jİ aliyê din ve, Şirketê DNOyê duh bi daxuyaniyekê teqez kiribû ku karûbarên wê li Kurdistanê berdewam in û xwe wek çalaktirîn şirket bi nav kiribû.

    Stantaonî derbarê mijarê de wiha got: "Referandûma Îlonê bi rastî jî av şêlû kir…Em bi awayekî xurt pênc salan bi paş de vegeriyan ku nîgeranî li ser heqdestên mehane heye."

    Pisporê enerjiyê Govend Şirvanî ji Spûtnîk Kurdistanê re diyar kiribû ku Herêma Kurdistanê wendahiyên petrolê yên ku ketine bin kontrola Hikûmeta Iraqê bi berfirehkirina zeviyên petrolê dikare telafî bike.

    Berê demekê jî gava ku Herêma Kurdistanê çavkaniyên xwe ji bo şerê li dijî DAIŞê xerç dikirin, dîsa hilberînên biyanî pereyên xwe bi rêk û pêk wernedigirtin.

    Dr. Şêrko Cewdet Serokê Lijneya Petrol û Samanên Siruştî yê di Parlemantoya Kurdistanê ji Spûntîk Kurdistanê re gotibû: "Hikumeta Herêma Kurdistanê niha dikare nêzî 250 hezar bermîlên petrolê di rojekê de bişîne derveya welat."

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan: Gefên Bexdayê nayên qebûlkirin
    Pêşmerge: Kurdistan pariyeka wisa nîne ku bi hêsanî bê xwarin
    Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraqê 7 xalên piştî qonaxa referandûmê ragihand
    'Nabe Kurdistan wekî Xezze û Qeterê were dorpêçkirin'
    Etîketan:
    petrol, Kerkûk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de