22:49 12 Kanûn 2017
Zindî
    Leşkerekî Iraqê li Pirdê ya nêzî Kerkûkê ala Kurdistanê ji cih radike

    UNAMIyê Kuştina rojnamevanê Kurd şermezar kir

    © AP Photo/ Emad Matti
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî li Iraqê UNAMI ragihand ku hikûmet û Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê aramî û ewlehiya xelkê diparêzin û daxwaza lêkolînê li ser kuştina rojnamevanê Kurd kir.

    UNAMIyê li ser bûyerên roja Yekşemê 29ê Cotmehê li çend cihên Herêma Kurdistanê, bi sedema ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê parastine destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Encumena Asayişa Herêma Krudistanê kir.

    Di daxuyaniya UNAMIyê hat xwestin ku pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de bi diyalogê werin çareserkirin.

    UNAMIyê herwiha kuştina rojnamevanê Kurd ê dezgeha Kurdistan.TVyê Erkan Şerîf li Kerkûkê, şermezar kir û daxwaza lêkolînê kir û xwest tawanbar werin dadgehkirin.

    Herwiha UNAMIyê pêzanîna xwe ya li ser qedexekirina hin weşanên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve parve kirin ku ew rewşê dişopînin.

    Bi heman mijarî:

    Bexdayê berpirsê polîsên Kerkûkê bi kesekî ereb guhert
    Ji Îranê bo operasyona hevbeş a Qendîlê: Haya me jê tune ye
    Ji hikûmeta Tirkiyeyê daxuyaniya Barzanî
    Pispora Rûsî: Çûyîna Barzanî nabe sedema krîzê, ji ber ku ew xwedî deshilatiyeke rastîn e
    Pûtîn: Nizanim çima lê li Rûsyayê biyomalzemeyên gel têne berhev kirin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de