18:04 13 Kanûn 2017
Zindî
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

    Serokwezîr Barzanî bûyer şermezar kirin: Rêyeke nû li pêşiya me ye

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bûyerên ku şeva borî 29ê Cothemê li hin bajarên Herêma Kurdistanê qewimîne şermezar kir. Barzanî got, “Bi ti awayî cihê wan cure tundûtujiyan nabe. Ew yek nerewa û neyasayî ye.”

    Nêçîrvan Barzanî li ser bûyerên şeva borî li Hewêr, Duhok û Zaxoyê ku nûnertiyên partiyan hatibûn şewitandin got: "Ez wan tundûtujiyan şermezar dikim ku şeva bihorî hatin encamdan."

    Barzanî di peyama xwe de wiha pê de çû: "Hemû ewên ku ji wî karî berpirsyar in, divê li gorî yasayên Herêma Kurdistanê lêpirsîn bi wan re bê kirin. Bi ti awayekî cihê wan cure tundûtujiyan nîne û ew yek nerewa û neyasayî ye."

    ‘RÊYEKE NÛ LI PÊŞIYA ME YE'

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser ku çareseriya krîzên niha ne hêsan ne, lê ew bûyerên qewimîne di berjewendiya dijminê me de ne û wiha got: "Hinek kes ji derve û navxwe ve dixwazin me parçe bikin, tişta ku dibe sedem em pêkve bin, ev e ku Kurdistanî ji wan tiştan mezintirin ku renge bibin sedema dabeşbûna me. Ez daxwaz ji Kurdistaniyên niştimanperwer dikim ku yekrêz bin, rêyeke nû li pêşiya me ye."

    Bekir Bozdag
    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    ‘HINEK ALÎ DIXWAZIN ME DABEŞ BIKIN'

    Barzanî di berdewamê de bi bîr xist ku hinek alî dixwazin Kurdan dabeş bikin û da xuyakirin: "Maleke dabeşbûyî nikare li ber xwe bide, me pêwîstî bi wê nîne ku em dabeş bibin û nabe ku em rê bidin ku em biçin nava rikeberiyên navxweyî yan ji ber wê rikeberiyê em birûxin, çawa ku hinek kes dixwazin me ber bi wê yekê ve bibin. Em ji wê zêdetirin û ji wê mezintir û bihêztirin, bila em pêkve bi bihêzî bimînin."

    Bi heman mijarî:

    Pisporan biryara Barzanî û rewşa dawî nirxand: Dibe serxwebûn bê ragihandin
    Ji Îranê bo operasyona hevbeş a Qendîlê: Haya me jê tune ye
    Ji hikûmeta Tirkiyeyê daxuyaniya Barzanî
    Pispora Rûsî: Çûyîna Barzanî nabe sedema krîzê, ji ber ku ew xwedî deshilatiyeke rastîn e
    Pûtîn: Nizanim çima lê li Rûsyayê biyomalzemeyên gel têne berhev kirin
    Berdevkê YNKê: Tişta li Kerkûkê qewimî ji ber hesabê şaş ê encamên referandûmê bû
    'Amerîka bi mebesta ku bibe alternatîfa Şamê li Reqayê navendeke hêzê ava dike'
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de