02:39 13 Kanûn 2017
Zindî
    Bajarê Kerkûkê

    Pisporan biryara Barzanî û rewşa dawî nirxand: Dibe serxwebûn bê ragihandin

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pispor biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya vekişîna ji seroktiyê wekî rewşeke ku bandorê li tevahiya herêmê dike dinirxînin.

    Pisporê Navenda Lêkolînên Ereb-Îslam a li Moskowê Borîs Dolgov, vekişîna Barzanî ji posta seroktiyê wekî destpêka bêîstiqrariyê li Herêma Kurdistanê nirxand û got, "Dibe ku ev bibe sedema krîzeke navxweyî ku welatên herêmê jê sûde bistînin. Ev vekişîn ne tenê Herêma Kurdistanê bandorê li ser rewşa hemû herêmê dike."

    'POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ ÊN 26 SALAN BÛN SEDEMA JIDESTDANA KERKÛKÊ'

    Pisporê siyasî yê Kurd Ramazan Kerîm jî got, tişta ku li Kerkûkê qewimî ye polîtîkayên şaş ên Hewlêrê yên 26 salên vê dawiyê bûne sedem jê re û da zanîn, "Artêşeke milî nehat avakirin. Her partiyek xwedî hêzeke leşkerî ye. Her partiyek generalên wan hene. Her endamekî hikûmetê xwedî hêzeke leşkerî ye. Ji ber vê jî dema artêşa Iraqê dest bi êrîşê kir, dibe yekî ji wan fermana şernekirinê daye hêza xwe."

    ‘DIBE KU HERÊMA KURDISTANÊ WEK FILÎSTÎNÊ BIBE DU BEŞ'

    Kerîm bi bîr dixe ku YNK û PDKê ji ber bêyî berxwedanê radestkirina Kerkûkê bo Iraqê rexneyan li hev digirin û got, "Ez îhtimala şerê navxweyî li Herêma Kurdistanê dibînim. Niha herêma Kurdî bi xetera parçebûna du beşan re rûbirû ye, heman wekî Filîstînê."

    ‘DIBE KU SERXWEBÛNA KURDISTANÊ BÊ RAGIHANDIN'

    Ji navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn a Moskowê Kirill Vertyayev jî bi bîr xist, "Dê Herêma Kurdistanê bi hemû hêza xwe hewil bide, kontrola Kerkûkê ji nû ve bi dest bixe. Lê belê muhtemel e Kerkûk jî wek Berlînê bibe xwedî statuyeke taybet ku Bexda û Hewlêr dê li ser hev bikin. Dibe ku Kurdistan serxwebûnê ragihîne, lê dê ev bibe ragihandineke yekalî ya dewletbûnê û herwiha bêyî kontrola Kerkûkê dê ev serxwebûn zêde ne bi kêr be."
    Vertyaev herwiha da xuyakirin ku Bexda di daxuyaniyên fermî de nîşan dide ku niyeta wan a erdên fermî yên Herêma Kurdistanê bixin kontrola xwe tune ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Îranê bo operasyona hevbeş a Qendîlê: Haya me jê tune ye
    Ji hikûmeta Tirkiyeyê daxuyaniya Barzanî
    Pispora Rûsî: Çûyîna Barzanî nabe sedema krîzê, ji ber ku ew xwedî deshilatiyeke rastîn e
    Pûtîn: Nizanim çima lê li Rûsyayê biyomalzemeyên gel têne berhev kirin
    'Amerîka bi mebesta ku bibe alternatîfa Şamê li Reqayê navendeke hêzê ava dike'
    Herka petrola Kurdistanê ya Tirkiyê rawestiya
    Nûnerê PDKê: Her du alî jî niha li gor agirbestê tevdigerin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de