07:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Pispora Rûsî: Çûyîna Barzanî nabe sedema krîzê, ji ber ku ew xwedî deshilatiyeke rastîn e

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Suponina ji medya Rûsî re da xuyakirin, "Dê Mesûd Barzanî wekî Endamê Konseya Bilind a Rêveberiya Herêma Kurdistanê bimîne. Ew xwedî deshilatiyeke rastîn e. Herwiha wekî kesayeta ku ‘referandûma serxwebûnê pêkanî’ ket dîroka Kurdan û di referandûmê de piştgiriyeke tam a gel stand.”

    Pispora Rûsî di nirxandina xwe de got, divê heta hilbijartinên Herêma Kurdistanê valahiyeke yasayî çênebe û diyar kir, "Rewş di kontrolê de tê girtin. Ger di navbera aliyan de alozî rû bidin jî dê ev zêde ne bi tundî be."

    BARZANÎ BERÎ REFERANDÛMÊ HELWESTA XWE DIYAR KIRIYE

    Suponina bi bîr xist ku Barzanî beriya referandûmê gotiye, ew dê wekî serok nemîne û nebe namzed û pêşbînî kir ku dê pêwendiyên Bexda û Hewlerê wek berê bimînin.

    'SIYASETMEDARÊN BEXDA Û HEWLÊRÊ NAXWAZIN TANSIYON BILIND BIBE'

    Pispora Rûsî got, "Heta çûyîna Barzanî dibe ku hêrsa hin sîyasetmedarên Iraqî vemirîne. Niha siyasetmedarên Bexda û Iraqê aqilane tevdigerin û nahêlin tansiyon bilind bibe û şerekî dijwar neqewime."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Nizanim çima lê li Rûsyayê biyomalzemeyên gel têne berhev kirin
    Berdevkê YNKê: Tişta li Kerkûkê qewimî ji ber hesabê şaş ê encamên referandûmê bû
    'Amerîka bi mebesta ku bibe alternatîfa Şamê li Reqayê navendeke hêzê ava dike'
    Herka petrola Kurdistanê ya Tirkiyê rawestiya
    Nêçîrvan Barzanî: Tevî ku me diyalog û muzakere dixwest Bexdayê rêya şer hilbijart
    Nûnerê PDKê: Her du alî jî niha li gor agirbestê tevdigerin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de