13:24 21 Hezîran 2018
Hêzên Iraqî li Kerkûkê

Berdevkê YNKê: Tişta li Kerkûkê qewimî ji ber hesabê şaş ê encamên referandûmê bû

© REUTERS /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre, şer û aloziya navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge diyar kir, tişta li Kerkûkê qewimî ji ber hesabê şaş yên li ser encamên referandûmê bû.

Berdevkê YNKê Pîre bal kişand ser, ji ber ku wan girîngî nedaye helwesta Îran û Tirkiyê Pêşmerge û artêşa Iraqê rûbiriyî hev bûne û got, "Tişta ku li Kerkûkê qewimî, ji ber hesabê şaş ê li ser encamên referandûmê pêk hat."

‘ÎRAN Û TIRKIYÊ LI ŞÛNA PÊŞMERGE PIŞTGIRÎ DAN IRAQÊ'

Sedî Pîre da xuyakirin, "Tirkiye û Îranê li ser herêmên nakok li şûna pêşmerge piştgirî dan Iraqê û ev jî ji bo dahatuyê tiştekî metirsîdar e."

‘PÊŞMERGE JI BO JIYANA XELKÊ BIPARÊZE JI KERKÛKÊ VEKIŞIYAYE'

Berdevkê YNKê destnîşan kir ku Pêşmerge ji bo jiyana xelkê biparêze û bûyerên li Reqa, Heleb û Mûsilê dubare nebin, ji Kerkûkê vekişiyaye û got, "Ne mimkun e hêza cebilxaneya çekên giran a artêşa Iraqê û Heşda Şeibî û ya pêşmerge em bidin berhev."

‘HEVDÎTINÊN ARTÊŞA IRAQÊ Û PÊŞMERGE FORMALÎTE NE'

Pîre herwiha diyar kir ku hevdîtinên niha di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de ji bo diyarkirina sînoran têne kirin jî tenê formalîte ne.

Bi heman mijarî:

'Amerîka bi mebesta ku bibe alternatîfa Şamê li Reqayê navendeke hêzê ava dike'
Herka petrola Kurdistanê ya Tirkiyê rawestiya
Nêçîrvan Barzanî: Tevî ku me diyalog û muzakere dixwest Bexdayê rêya şer hilbijart
Nûnerê PDKê: Her du alî jî niha li gor agirbestê tevdigerin
Lavrentyev: Dibe Kongreya Gelan a Sûriyeyê li Rûsyayê bê lidarxistin
Etîketan:
Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de