08:32 13 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşmerge û artêşa Iraqê li dema operasyona Mûsilê

    Nûnerê PDKê: Her du alî jî niha li gor agirbestê tevdigerin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Rûsyayê Xoşavî Babekir ragihand ku artêşa hikûmeta Iraqê û hêzên Pêşmerge li gor agirbestê tevdigerin.

    Babekir ji Spûtnîkê re got, "Vê kêliyê pevçûn rawestîyane û şer tune ye."

    Nûnerê PDKê diyar kir ku Amerîka û hevpeymanî bûne sedema rewşa dawî ya li herêmê ku li Kerkûkê ji bo kontrolkirina herêma petrolê rê ji Bexdayê re vekiriye.

    Babekir herwiha da zanîn ku dê di vê pêvajoyê de şîe û Îran jî bandora xwe li Iraqê zêde bikin ku dê ev jî bingeha rawestandina pêşveçûna Bexdayê çêbike.

    Nûnerê PDKê bi bîr xist, "Hin serokên hêzên milîsên şîe (Heşda Şeibî) ji niha ve ketine nav lîsteya dorpêçan a Amerîkayê."

    Bi heman mijarî:

    "Sê dewletan li ser statûya Kerkûk, Xurmatû û Tileferê li hev kiriye"
    Lavrentyev: Dibe Kongreya Gelan a Sûriyeyê li Rûsyayê bê lidarxistin
    Ji ber parvekirina fîlmê Bakur li aktirîsta navdar doz hate vekirin
    Lavrov û Çavuşoglu rewşa Sûriyeyê nirxandin
    Barzanî: Bexda şer bixwaze em dê bi her awayî xwe biparêzin
    Amerîka: Barzanî kesayeteke dîrokî ye
    Amerîka dest bi tetbîqata hêzên stratejiya nukleerî dike
    Endamekî Meclisa Siyasî ya Kurdistanê: Nêçîrvan êdî 'mirovê yekem' ê Kurdistanê ye
    Rûsya daxuyanî li ser koordînasyona di navbera artêşa Tirkiye û Suriyê de da
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de