18:04 13 Kanûn 2017
Zindî
    Kerkûk - Ala Kurdistanê - Iraq

    "Sê dewletan li ser statûya Kerkûk, Xurmatû û Tileferê li hev kiriye"

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Parlementerê iraqî Casim Mihemed Caferî îro duşemê ragihnd ku sê dewletan qebûl kiriye ku Kerkûk turkmenî be û Tuzxurmatû û Tilefer bibin parêzgeh.

    Li gorî malpera Al Sumariayê ya iraqî, Caferî xwestiye ku parêzgarê Kerkûkê ji turkmenan be û cîgirê wî ereb be û serokatiya meclisa parêzgehê jî ya kurdan be.

    Herwiha Caferî diyar kir ku "heyeta Kordînasyonê ya Bilind a Turkmenan li Iraqê duh şemiyê civînek li paytexta Tirkiyeyê, Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî re bi rê ve biriye û wiha got: "Ev yekem civîna heyetê li gel Erdoganî ye û ev civîn piştî civîna Serokwezîrê Heyder Ebadî (li gel Erdoganî) pêk hatiye."

    Derbarê civîna navborî de, parelmenterê turkmen got," ev civîn gelekî baş bû ji ber bi awayekî eşkere li ser siberoja turkmenan û kêşeyên stratejîk yên dixwazin di 5 salên pêş de bikin axivîn" û diyar kir ku "civîn bi wê armancê hat kirin daku hikûmeta federal serweriya qanûnê li deverên nakok bisepîne."

    Ji aliyê din ve, Caferî diyar kir ku "turkmenan piştgiriyeke iraqî, tirkî, îran û navneteweyî ji bo siberoja xwe ya siyasî li Kerkûkê hîs kir daku wê bikin turkmenî û qezayên Tûzxurmatû û Tilefer jî bikin parêzgeh".

     

    Bi heman mijarî:

    Niha şandina petrola Kurdistanê bo Tirkiyeyê di çi astê de ye?
    Ji Konseya Ewlehî ya Kurdistanê daxuyaniya êrişa îro ya Haşdî Şabî
    Serokê Meclîsa Nûneran Ryan: Em piştgiriya banga diyalogê ya Kurdistanê dikin
    Fransa: Bila Bexda pêşniyara Kurdistanê ya diyalogê qebûl bike
    Tirkiye: Pêşniyara Herêma Kurdistanê girîng e lê têrê nake
    Serokwezîrê Tirkiyeyê: Herêma Kurdistanê hesabê xelet kirine
    Koalîsyona Navdewletî: Em navbeynkariya Kurdistanê û Iraqê nakin
    Ji Heyder Ebadî daxuyaniya nû ya Kurdistanê
    Etîketan:
    Recep Tayyip Erdogan, Heyder Ebadî, Casim Mihemed Cafer, Tilefer, Iraq, kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de