15:41 18 Kanûn 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Endamekî Meclisa Siyasî ya Kurdistanê: Nêçîrvan êdî 'mirovê yekem' ê Kurdistanê ye

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Endamê Meclisa Siyasî ya Bilind a Herêma Kurdistanê Mihemed Sededînî ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî niha bûye "mirovê yekem" li herêmê û teqez kir ku posta serokatiya herêma Kurdistanê dewam bike û niyet tine ku bê rakirin.

    Sededîn bi Spûtnîkê re axivî û got, "posta serokê herêmê niha vala ye û Nêçîrvan Barzanî niha serokê saziya cîbibîkar e û piraniya destjhilatên serokê herêmê di destê wî de ne lewra ew mirovê yekem e li herêmê" û wiha dewam kir: "Lê ji aliyê siyasî ve, piraniya partiyan dixwazin Barzanî lêvegereke siyasî be ji bo wan."

    Rayedarê kurd wiha got: "Ji aliyê saziyên cîbicîkarî û hikûmî ve, Nêçîrvan dê mirovê yekem be lê serkirdayetiya siyasî ya li herêmê, Mesûd Barzanî her dê lêvegereke siyasî be."

    "BI MILYONAN PIŞTGIRÊN BARZANÎ HENE"

    Sededînî derbarê destjikarberdana Barzanî de jî wiha got: Nameya Barzanî ya duhî surprîzek bo ji bo me. Li gel kêşeyên siyasî û nakokiyên navbera partiyan û kêşeyên navbera Hewlêr û navendê de jî lê bi milyonan piştgirên PDK û Barzanî li herêmê hene."

    Li ser ihtimala ku Nêçîrvan Barzanî bibe namzetê serokatiya herêmê, Sededînî got," ev girêdayî PDKê û programa wê ya siyasî ye."

    "POSTA SEROKATIYÊ NAYÊ RAKIRIN"

    Endamê Meclisa Siyasî ya Bilind destnîşan kir ku niyet tine ku posta serokatiya Herêma Kurdistanê bê rakirin ji ber giring e û semboleke herêmê ye û herwiha bi peywiên giring radibe, lewra wan deshilatên wê postê di navera saziyên herêmê de parve kirin.

    Sededînî diyar kir ku Barzanî dê her serokê Meclisa Siyasî ya Bilind bimîne ji ber serokê PDKê ye ku piraniya parlemenetoyê di destê wan de ne û wiha dewam kir: "Ti desthilata vê meclisê tine lê ew meclisek e ji bo serokên partiyên di parlementoyê de beşdar daku nerînan nêzîkî hev bike û rêkeftinên siyasî pêk bîne berî ku wek reşnivîs pêşkêşî parlementoyê bikin."

    Meclisa Siyasî ya Bilind li Kurdistanê di destpêka vê mehê de piştî fesixkirina Meclisa Bilind a Referandûmê hatibû damezirandin û ji nûnerên partiyên siyasî yên sereke pêk tê ku di Parlementoya Kurdistanê de cih digire.

     

    Bi heman mijarî:

    Niha şandina petrola Kurdistanê bo Tirkiyeyê di çi astê de ye?
    Ji Konseya Ewlehî ya Kurdistanê daxuyaniya êrişa îro ya Haşdî Şabî
    Serokê Meclîsa Nûneran Ryan: Em piştgiriya banga diyalogê ya Kurdistanê dikin
    Fransa: Bila Bexda pêşniyara Kurdistanê ya diyalogê qebûl bike
    Tirkiye: Pêşniyara Herêma Kurdistanê girîng e lê têrê nake
    Serokwezîrê Tirkiyeyê: Herêma Kurdistanê hesabê xelet kirine
    Etîketan:
    PDK, Mesûd Barzanî, Mihemed Sededîn, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de