05:22 11 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    ‘Hewlêr û Bexdayê li hev kir'

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku rêvebiriya Hewlêr û hikûmeta navendî ya Iraqê li ser birêvebirina deriyên sînorî û deverên Kurdistanî li hev kirine.

    Li gorî nûçeya malpera ajansa BasNewsê, di encama civînên du rojên borî yên heyeta Pêşmerge û Wezareta Bergirî ya Iraqê de ku bi çavdêriya Amerîka hatibû kirin, Hewlêr û Bexda li ser sînorên niha yên Herêma Kurdistanê li hev kirine.

    Li gorî nûçeyê, Hewlêr û Bexda wê di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê de tevahiya pirsgirêkan çareser bikin.

    Tê gotin ku Hewlêr û Bexdayê biryar dane hêzeke hevbeş (Pêşmerge û hêzên Iraqî) li deverên Mehmûdiye, Sihêla, Fayde, Şêxan, Elqoş, Giwêr, Meqlûb û Xazirê wê bi cih bikin. Herwiha li gorî rêkeftinê, deriyê sînorî yê Pêşxabûrê jî ji aliyê hêzeke bevbeş ku ji hêzên iraqî, Pêşmerge û Amerîka pêk tê dê were birêvebirin.

    Bi heman mijarî:

    Kerîm: Di dema herî nêzîk de wê Kurdistan serbixwe bibe
    ‘Kurdistan li hemberî Îran û fikrên tundrew eniyek e'
    KCDê bo girtina PDK-Tê daxuyanî da: Navê Kurdistan rastîyeke
    Ozçelik: Kurdistan niha dixwaze meydanê li ber xwe berfirehtir bike
    Serdozgeriyê bi hinceta navê 'Kurdistan' daxwaza girtina PDK-Tyê kir
    Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê: Pêşmergeyan bi lehengî Kurdistan parast
    Etîketan:
    Rêvebiriya Hewlêrê, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de