07:40 23 Hezîran 2018
Hêzên Pêşmerge Kerkûkê

Karmendên asayîşa Kerkûkê vedigerin ser kare xwe

© REUTERS / Ako Rasheed
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hemû polîs û karmendên asayîşa bajarê Kerkûkê îro vedigerin ser kare xwe. Piştî êrişa Haşdî Şabî û artêşa Iraqê ya ser Kerkûkê karmendên asayîşê jî wekî sivîlan aware bibûn.

Rêveberê Polîsên Nahiye û Navçeyên Kerkûkê Serhad Qadîr ragihand ku hemû efser û polîsên ji ber êrişên Haşdî Şabî û hêzên iraqî aware bûne îro vedigerin ser wezîfeya xwe.

Serhad Qadîr di axaftina xwe de got: "Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe ya Iraqê li ser vegera efser û polîsên Kerkûkê ên neçar bûne aware bibin lihev kirine."

Qadîr di berdewamiya axaftina xwe de got: "Banga min ji bo efser û polîsên ku çek û wesayîtên fermî ligel xwe birine, divê wan jî bi xwe re bînin ji bo ku ev jî di nava rêkeftinê de derbas dibe."

 

 

Bi heman mijarî:

Parlamento îro bi mijara Kerkûk û êrişa Haşdî Şabî dicive
Hejmara kurdên ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn eşkere bû
Kerkûk çawa hate kirîn?
Rewşa Kerkûk û derdora wê aram e
Nûnerê PDKê: Dibe Kerkûk ji nû ve were standin
Etîketan:
Rêveberê Polîsên Nahiye û Navçeyên Kerkûkê, Serhad Qadîr, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de