08:47 20 Hezîran 2018
Hewlêr - Kurdistan

Çalekvanên ku avahiya YNKê şewitandin hatin desteserkirin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Qeymeqamê Zaxoyê Botan Muhsin di daxuyaniya xwe de ragihand ku hinek ji çalekvanên ku êrişî avahiya YNKê kiribûn û paşî şewitandibûn hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Qeymeqamê Zaxoyê Botan Muhsin, hinek ji çalekvanên ku êrişî avahiya YNKê kiribûn û paşî şewitandibûn ji aliyê hêzên ewlehî û asayîşê ve hatine desteserkirin.

Botan Muhsin di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî ku hinek kesên fitnekar û tundrew li Zaxoyê êrişî avahiya Yêkîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) kirin, hêzên ewlehiyê di demeke nêzîk de beşek ji wan kesên fitnekar desteser kirin."

Muhsîn di dirêjiya axaftina xwe de bangî xelkê Zaxoyê kir ku aram bin û got: "Ev kesên ku êrişî avahiya YNKê kirin û paşî şewitandin dê werin dadgehkirin."

Bi heman mijarî:

Avahiyên YNK û Goranê hatin şewitandin
Hezar malbatên kurd dîsa koçber bûn
Mesûd Barzanî: Baweriya Bexdayê bi federaliyê jî tuneye
Jerusalem Post armanca Tehran û Bexda ya li hemberî Kurdistanê nivîsand
‘Kurdistan li hemberî Îran û fikrên tundrew eniyek e'
Etîketan:
YNK, Qeymeqamê Zaxo, Botan Muhsîn, Zaxo, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de