22:53 12 Kanûn 2017
Zindî
    Avahiya YNKê

    Avahiyên YNK û Goranê hatin şewitandin

    © AP Photo/ Emad Matti
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li navçeya Zaxo ya bi ser Dihohê ve avahiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistan (YNK) û Tevgera Goranê hat şewitandin.

    Berpirsê YNKê yê Zaxoyê Amir Dehlekî beşdarî televîzyonê bû got: "Grûbek xwepêşandan li devê avahiya partiyê çalakî li dar xistin paşî dest bi êrişê kirin. Di êrişê de ti ziyana canî tuneye, lê avahiya partî û radyoya di nav de hat şewitandin."

    Tevgera Goran jî di hisabê xwe yê Twitterê de ji bo êrişa ser avahiya wan a Zaxoyê peyamek parve kir û got: "Avahiya me ya li Zaxoyê hat şewitandin. Herwiha hinek parlamenterên me ku piştî du salan tevlî rûniştina parlamentoyê di avahiyê de girtî mane."

    JI AJANSA EWLEHIYÊ BANGA ARAMIYÊ

    Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê piştî çalakiyên provokatîf yên li Zaxo û Dihokê daxuyaniyek parve kir, ji hemû hêzn ewlehî xwest û amade bin û got: "Divê hemû welatiyên me aram bin û rê nedin kesên ku dixwazin provokasyonan bikin."

    Bi heman mijarî:

    YNK ji bo vekirina parlamentoyê cara dawîn li gel Goran û Komelaya Îslamî dicive
    PDK li Parlamentoya Kurdistanê çû serdana Goran, YNK û Yekgirtûyê
    'YNK, PDK,GORAN û Partiyên Îslamî ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin'
    YNK û Goran ji bo referandumê û aktîvkirina parlamnetoyê civiyan
    YNK û Goran di bin baniyekê de dicivin
    Etîketan:
    Goran, YNK, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de