20:10 14 Kanûn 2017
Zindî
    Kamp-penaber

    Hezar malbatên kurd dîsa koçber bûn

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kurdên êzdî li yên li Şingalê piştî êrişên Haşdî Şabî û artêşa Iraqê ji cih û warên xwe derketin çûne kampên bajarê Dihokê.

    Piştî hatina Haşdî Şabî rêya di navbera Şingalê û Duhokê de hatine girtin. Kes nikare here Şingalê yan jî jê derkeve. Koçberek ku ev du meh bûn vegeriyabû bajarê xwe û ji xwe re xaniyekî nû çêkiribû dibêje, êrişên Haşdî Şabî û artêşa Iraqê bû sedema koçberbûnê. Malbata Nofa Elî jî ji gundê Herdana Şingalê, bi neçarî koçber bûn û çareke din hatine kampên Dihokê û vegerine nav jiyana koçberiyê.

    Welatiyekî din jî dibêje: "Ev 3 meh bûn em vegeriyabûne gundê xwe. Ji ber Haşdî Şabî rewş aloz bû, zarokên me nedikarîn herin dibistanê. Em bi neçarî vegeriyane kampê. Em li gundê xwe rehet bûn."

    Li zanyariyan, niha nêzîkî 13 hezar malbatan li Şingalê ne û Haşdî Şabî destûra hatinûçûnê nade wan. Xatûn Mîrza jî yek ji wan kesan e, ku malbata wê bûye 2 perçe. Xatûn Mîrza got: "Ev 5 roj in ez hatime kampê lê ez nikarim vegerime Şingalê. Nîvê malbata min li wî aliyê maye. Bi sedan kesên mîna min hene. Herwiha li Şingalê jî rewş ne baş e. Vê sibê zarokên min telefon kirin û bi girî pirskirin ka ez dê kengî vegerim."

    Bi heman mijarî:

    ‘Kurdistan li hemberî Îran û fikrên tundrew eniyek e'
    KCDê bo girtina PDK-Tê daxuyanî da: Navê Kurdistan rastîyeke
    Serdozgeriyê bi hinceta navê 'Kurdistan' daxwaza girtina PDK-Tyê kir
    Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê: Pêşmergeyan bi lehengî Kurdistan parast
    ‘Kurdistan navbeynkariya Rûsyayê girîng dibîne'
    Etîketan:
    Hezar malbatên kurd dîsa bûne penaber, Dihok, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de