07:49 27 Nîsan 2018
    Referandûm - Kurdistanê

    'Ger me piştî referandûmê serxwebûn ragihanda, me dê ewqas bedel nedabûya'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Partiya Demokrata Sosyalîst a Kurdistanê (PDSK) Mihemed Hacî Mehmûd diyar kir ku referandûma 25ê Îlonê wekî tapiyê di destê wan de ye û got, "Ez wisa bawer dikim ku ger me piştî referandûmê serxwebûn ragihanda, me dê ewqas bedel nedabûya."

    Li gorî agahiyêb K24ê Serokê Partiya Demokrata Sosyalîst a Kurdistanê (PDSK) Mihemed Hacî Mehmûd anî ziman ku gava DAIŞê êrîşê Kurdistanê kir divê wan planên serxwebûna bikira û wisa berdweam kir: "Dema ku DAIŞê êrîşê ser Kurdistanê kir, aloziyeke hîn zêde hebû. Ez wisa bawer dikim ku ger me piştî referandûmê serxwebûn ragihanda, me dê ew qas bedel nedabûya."

    Hacî Mehmûd bal kişand ser cudahiya di navbera welatên Sûdana Başûr û Yugoslavya û Kurdistanê de û diyar kir kul i wan welatan di pêvajoya serxwebûnê de yekdengî hebû lê li kurdistanê hinek kes cuda tevdigerin.

    Mihemed Hacî Mahmûd rexne li dewletên navdewletî jî girt û got, "Aliyên ku di serdemên dawî de piştgirî da serxwebûna dewletên din, ji bo çi neda Kurdistanê."

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtina şandeya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi dawî bû
    'Iraq dixwaze Kurdistanê tune bike'
    Parlamentoya Kurdistanê dicive
    Kanadayê alîkariya xwe yê leşkerî bo Kurdistanê rawestand
    Şandeyên leşkerî yên Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê dicivin
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, Sekreterê Giştî yê PSDKê, Mihemed Hacî Mahmûd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de