01:02 24 Gulan 2018
    Mesûd Barzanî

    Barzanî li ser peywira xwe nameyek şand parlamentoyê

    © REUTERS / Khalid al Mousily
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di derbarê peywira xwe ya serokayetiyê de ji Parlamentoya Kurdistanê re nameyek şand. Hat diyarkirin ku Parlamento dê sibe li ser mijarê bicive.

    Peyamnêrê Sputnik Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di derbarê serokatiya xwe de nameyek ji Parlamentoya Kurdistanê re şandiy.

    Cîgirê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Cafer Emînkî jî diyar kir ku Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya sibê de wê mijarê binirxîne.

    Jêderkekî PDKê jî diyar kir ku Barzanî dev ji peywira xwe bernade lê di nameyê de ji parlamentoyê daxwaz dike ku dema serokatiya wî careke din neyê dirêjkirin.

    Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Barzanî dê piştî 1ê Mijdarê peywira xwe bide ser milê Parlamentoya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî bi Tillerson re hevdîtin pêk anî
    Barzanî: Divê civaka navneteweyî guvaşan li Bexdayê bike
    Mansour: Barzanî xwest bi referandûmê yekîtiyê ava bike
    ‘Hemû dîlên şer bi fermana Barzanî bilez hatin berdan’
    'Em li bendê ne ku Barzanî biryara xwe bide'
    Etîketan:
    name, şandin, Serokê Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de