20:00 19 Nîsan 2018
    Hêzên Pêşmerge

    Pêşmerge: Artêşa Iraqê wê li herêmên bi nîqaş neyê bicihkirin

    © REUTERS / Thaier Al-Sudani
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer got, artêşa Iraqê û Pêşmerge ji bo yekîneyên artêşa Iraqê li herêmên bi nîqaş werin bicihkirin, guftûgoyan nakin.

    Yawer ji bo Sputnikê axivî û got, "Ti komîteyeke koordînasyonê tune ye, li ser bicihkirina yekîneyan jî koordîsnasyon tune ye. Li ser vê yekê mizakere jî nayên kirin û ji bo mizakereyan destûr jî nehatiye dayîn."

    Yawer herwisa dest nîşan kir ku pirsgirêka di navbera Bexda û Hewlêrê de, tenê ne pirsgirêkeke leşkerî ye.

    Yawer ev tişt gotin, "Pirsgirêka heyî, ne pirsgirêkeke di navbera du dewletên dijmin de ye. Ev herêmek in û perçeyî vê dewletê ne. Hikûmeta herêmî û ya navendî heye û di navbera van de hinek pirsgirêk hene. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî divê guftûgo werin kirin."

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge: Me li ser peymana nihaî hêj li hev nekiriye
    Di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de agirbest hat ragihandin
    Pêşmerge: Artêşa Iraqê û Heşda Şebî li hemberî me windahiyên mezin dan
    Pêşmerge bi çeka Çînê Abrams ruxand, Amerîka şok bû!
    Fund: Em naxwazin iraqî û pêşmerge hev bikujin, hîn DAIŞiyên nehatine kuştin mane
    Fermanderê berpirsê Şengalê yê Pêşmerge jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, Cebar Yawer, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de