14:55 19 Nîsan 2018
    Pêşmerge rahênan - çekên Almanî

    Kanadayê alîkariya xwe yê leşkerî bo Kurdistanê rawestand

    © REUTERS /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Hate ragihandin ku ji ber şerê çend rojên borî ya di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, Heşda Şeibî de, hikûmeta Kanadayê hemû çalakiyên xwe yên serbazî li Iraq û Herêma Kurdistanê rawestand.

    Li gorî ragihandina Medyaya Kanadayê, rexne li hikûmeta wî welatî hatine girtin, ku di 3 salên derbasbûyî de, nekariye ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û nakokiyên di navbera pêkhateyan û çareserkirina dabeşbûna li Iraqê de rol bilîze. Lewma hikûmetê biryara daye hemû çalakiyên xwe yên leşkerî li Iraq û Herêma Kurdistanê bide sekinandin.

    Medyaya Kanadayê dibêje, ferman gihiştiye 200 serbaz û şêwirmendên hêzên taybet ên Kanadayê da ku ti rahênan û perwerdeyê pêşkêşî hêzên Kurdî û hêzên iraqî nekin, heta ku peywendiyên herdu aliyan asayî nebin.

    Berdevkê Artêşa Kanadayê Jay Johnson jî diyar kir ku, ji ber xirabiya rewşa niha, wan bi awayekî demkî hemû alîkarî û çalakî bo hêzên Iraqê ragirtine.

    Johnson da xuyakirin, eger peywendiyên di navbera hêzên iraqî de baş bin ew dê careke din vegerin ser erkê xwe yê sereke.

    Li Kurdistan û Iraqê 200 serbaz, 50 karmendên hewarçûnê, bi dehan şareza û şêwirmendên serbazî, helîkopter û balefirên veguhastinê yên Kanadayê hene.

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Heta dawiya salê wê tevahiya erda Iraqê bê kontrolkirin
    Dîzeyî: Helwesta piştî referandûmê, plana lîstikeke mezintir e
    WAS: Siûdî dixwaze Iraq guh bide pêşniyara Herêma Kurdistanê
    Deriyê Sêmalka 28ê Cotmehê tê girtin
    Etîketan:
    leşkerî, alîkarî, Kanada
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de