05:03 21 Nîsan 2018
    Sefîn Dizeyî

    Dîzeyî: Helwesta piştî referandûmê, plana lîstikeke mezintir e

    © Foto: cabinet.gov.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li ser êrîş û helwesta piştî referandûma serxwebûnê ya ser herêma Kurdistanê diyar kir, divê wekî berteka dijî referandûmê neyê xwendin, ev plana lîstikeke mezintir e.

    Dizeyî da xuyakirin, Iraq û hêzên ligel wan bi çekên Amerîkî êrîşî Kurdistanê dikin û xwest, Bexda dev ji alozkirina rewşê berde.

    Berdevkê Hikûmetê herwiha bal kişand ser ku Bexda bi serkeftinên demkî yên dijî DAIŞê jixwe çûye, lê tênagihin ku hikûmeta Iraqê ber bi têkçûnê ve diçe.

    'DIVÊ BEXDA DÎYALOGÊ QEBÛL BIKE'

    Dizeyî bi bîr xist ku hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşê baş dinirxîne û ew hêvî dikin ku Bexda pêşniyara diyalogê ya Hewlêrê qebûl bike û were ser maseya gotûbêjê.

    Sefîn Dizeyî herwiha bang li civaka navdewletî jî kir ku fişarê li ser Bexdayê bikin û li hember mafên rewa yên gelê Kurd ranewestin.

    Bi heman mijarî:

    Deriyê Sêmalka 28ê Cotmehê tê girtin
    Iraqê daxuyaniya Amerîkayê ya Heşda Şebî red kir
    Parlamentara Iraqî: Kurdistanê şerê dijî terorê ji bo veqetînê bikar anî
    Îspanyayê rêveberiya Katonyayê ji kar xist
    RTyê pêşniyara reklamê ya 3.3 milyon dolaran a Twitterê weşand
    Tirkiye: Gelo dê derîyê sînor bê şer were radestkirin?
    Etîketan:
    Iraq, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de