14:25 11 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    Parlamentara Iraqî: Kurdistanê şerê dijî terorê ji bo veqetînê bikar anî

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamentara Iraqî Aliya Nasîf got ku Bexdayê ji sala 2003yan ve gelek tawîz dane Hewlêrê, lê wan dîsa jî betalkirin an jî paşxistina referandûmê red kiriye ku niha jî Iraq ji bo destpêkirina dîyalogê şertên hilweşandina encamên referandûmê danî ye.

    Li aliyê din parlamentarê Kurd li Parlamentoya Iraqê Sîhan Qader Omer jî ji Spûtnîkê re dibêje, Hewlêrê tawîz daye û encamên referandûmê cemidandine ku Bexdayê jî ji xwe li pêşberî civaka navdewletî ev dixwest.

    'TENÊ CIHEKÎ NAKOK HEYE'

    Parlamentara Iraqî Aliya Nasîf ji Spûtnîkê re da xuyakirin, "Di hevdîtinên digel Herêma Kurdistanê de, hêzên siyasî yên li dijî referandûmê bûn, beşdarî nekirin" û mijara herêmên nakok ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî wekî meseleyeke tê nepixandin şîrove kir û got, "Tenê cihekî ku nakokî li ser heye, herêma Taamîm a Kerkûkê ye. Li wir ereb û tirkmen hene. Li ser herêmên din ti nakokî tine ye."

    'BEXDA TENÊ DIXWAZE VEGERE HERÊMÊN BERÎ 2014AN'

    Parlamentara Iraqî îdia kir ku ‘Herêma Kurdistanê, hikûmeta federal di şerê dijî terorê de bikar anîye' piştre jî veqetîna xwe ragihandiye ku niha Bexda tenê dixwaze herêmên li sala 2014an beriya ketina DAIŞê, kontrol bike.

    PARLAMENTARÊ KURD: BEXDA LI HEMBER KURDAN DESTÛR Û QANÛN BINPÊ KIR

    Parlamentarê Kurd Omer jî bal kişand ser ku referandûm ne gava yekem û dawî ya veqetînê ye û got, ‘Tenê derbirina daxwaz û vîna gel a bo serxwebûnê ye. Bexdayê li hember kurdan, bi awayî dijqanûnî û dijî destûrê tedbîr standin. Van tedbîran hişt ku jiyana gelê herêmê bi awayekî cidî asteng bibe. Berevajî vê pêwîst bû gavên bo reformên siyasî bavêje."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka li dijî serxwebûna Katalonyayê derket
    RTyê pêşniyara reklamê ya 3.3 milyon dolaran a Twitterê weşand
    Tirkiye: Gelo dê derîyê sînor bê şer were radestkirin?
    Civîna Parlamentoya Kurdistanê hat paşxistin
    Koalîsyon: Em hêvî dikin agirbest demdirêj be
    Ebadî operasyonên leşkerî bo 24 saetan da rawestandin
    Senatoya Spanyayê gava ewil li dijî biryara Katalonyayê avêt
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de