23:47 13 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Civîna Parlamentoya Kurdistanê hat paşxistin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 20

    Civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku biryar bû roja Şemiyê 28ê Cotmehê li ser rewşa piştî referandûma serxwebûnê û êrîşên ser Herêma Kuridistanê were lidarxistin, hat paşxistin.

    Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî biryara paşxistina civîna sibe ragihand, lê sedema paşxistin û dema lidarxistina civîna dahatu ya parlamenê nehat diyarkirin.

    Parlamentarê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamena Kurdistanê Şiwan Mihemed ji Spûtnîk Kurdistanê re da xuyakirin ku tenê desteya serokatiya parlamenê sedema paşxistina civînê dizane û heta niha ji parlamentaran re ti zanyarî nehatine eşkerekirin ku ji ber çi civîn hatiye paşxistin.

    Di daxuyaniya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê de wiha hat gotin: "li pey hukmî birgeya 2 ji maddeya 17 û birgeya 1 maddeya 18 ji peyrewa navxweya perlemana Kurdistana Iraqê ya hejmar 1 ji ya sala 1992 ya rastvekirî, desteka serokatya perlemanê biryara paşxistina civîna jimare 4 ya asayî ya roja şemê rêkeftî 28 çiriya yekê sala 2017 wergirt."

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge: Me li ser peymana nihaî hêj li hev nekiriye
    Koalîsyon: Em hêvî dikin agirbest demdirêj be
    Ebadî operasyonên leşkerî bo 24 saetan da rawestandin
    Senatoya Spanyayê gava ewil li dijî biryara Katalonyayê avêt
    RT: Twitterê bi xwe beriya hilbijartinên Amerîkayê xwest pakêta reklaman bifiroşe me
    YPGê bersiva îdiayên Iraqê da
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de