03:40 14 Kanûn 2017
Zindî
    Karwana Hêzên Pêşmerge li ser rêya Kerkûk - Pirdê

    Di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de agirbest hat ragihandin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê, Artêşa Iraqê û Heşda Şebî li dijî Kerkûkê êriş dabûn dest pê kirin. Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Ryan Dillon diyar kir ku di navbera Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û Artêşa Iraqê de piştî 10 rojan agirbest hatiye ragihandin.

    Fermandarê Pêşmerge yê eniya rojavayê Dr. Kemal Kerkûkî ji Sputnikê re eşkere kir ku ji şeva borî ve şer hatiye rawestandin û ji bo bidawî kirina şer hemahengî hatiye avakirin. Herweha niha Amerîka hewl dide herdu alî rêkevin, civîna îşev ya ewlehiyê u hewlên welatên mezin wekî Rûsya te didin ji bo ku şer rawiste û danûstandin dest pê bike. Em êriş û şer nakîn lê eger Iraq êriş bike em ê besiva wa bitundî bidîn.

    Hat eşkerekirin ku şer ji bo 24 saetan hatiye rawestandin.

    Etîketan:
    agirbest, Sputnik, Kemal Kerkûkî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de