23:49 13 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Pêşmerge: Artêşa Iraqê û Heşda Şebî li hemberî me windahiyên mezin dan

    © AP Photo/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Artêşa Iraqê di 16ê Cotmehê de êrişî bajarê Kerkûkê û derdorê wê ku di bin kontrola Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê de bû, kiribûn. Hat diyarkir ku di şer de ji herdu aliyan jî windahiyên mezin çêbibûne. Fermandarê Pêşmerge Xelîl Şîrvan ji Sputnikê re axivî û ragihand ku niyeta wan tine ne ku êrişî Artêşa Iraqê bikin, niha parastina xwe dikin.

    Hikmet Durgun

    Şerê di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê, Heşda Şebî li ser herêmên nakok car car dewam dike û tê gotin ku ji her dua liyan jî windahî hene. Şerê di navbera pêşmerge û artêşa Iraqê yên li Mehmûr, Zumar û Pirdê dewam dike. Herwiha Heşda Şebî ligel Artêşa Iraqê li dijî pêşmerge şer dike.

    'JI BO PÊŞVEÇÛNÊ HÊJ JI WEZARETA PÊŞMERGE FERMAN NEHAT DAYÎN'

    Fermandarê Pêşmerge Xelîl Şîrvan derbarê şer de ji Sputnikê re axivî û eşkere kir ku şerê di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê, Heşda Şebî de dewam dike û got: "Çend rojên şer berdewam e. Em êriş nakin, tenê cihên xwe diparêzin. Artêşa Iraqê û Heşda Şebî êrişê me dikin. Ji bo pêşveçûna hêzên Pêşmerge hêj ji Wezareta Pêşmerge ti ferman nehatiye. Em niha tebê herêmên di bin kontrola Herêma Kurdistanê diparêzin. Artêşa Iraqê û Heşda Şebî fermanê binpê kirin û êrişê me kirin."

    ‘SEDÎ 75 HÊZA WAN LI WIR HATIN KUŞTIN'

    Şîrvan da zanîn ku sedî 80ê bajaroka Mexmûrê kontrol kirine û wiha pê de çû: "Em li Mexmûrê pêşve diçin. Hêzên me gelek cihan kontrol kir. Li herêma Zumarê jî hêzên me pêşve diçin. Artêşa Iraqê û Heşda Şebî windahiyên

    mezin li Zumarê didin. Di şerê Zumarê de sedî 75ê hêza wan yê li wir, di şerê bi me re de hatin kuştin. Neçar man ji paşve vekişiyan. Windahiyên me jî çêbûn. Li herêma Şengalê fermandarekî me jiyana xwe ji dest da."

    ‘ÊRIŞA HEŞDA ŞEBÎ HAT ŞIKANDIN'

    Şîrvan destnîşan kir ku pasdarên Îranê û Hîzbûllaha Libnanê jî ligel hêzên Iraqê li dijî wan şer dikin û got: "Hêzên Heşda Şebî ji bo bidest xistina Deriyê Sînor a Xabûrê êriş dan destpêkirin, lê êrişa wan ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat şikandin.

    Şîrvan bibîrxist ku Hêzên Pêşmerge agirbest dixwazin û eşkere kir ku, "Wezareta Pêşmerge, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû gelê Kurdistaniyê agirbest dixwazin. Li aliyê çareseriya bi diyalogê ne. Em berî dixwazin ku şer raweste, encama referandûmê were rawestandin û piştre jî bi Bexdayê re dest bi dayalogan bikin. Lê heta niha bersiva van daxwazên me nehatin dayîn. Tê dîtin ku pêşniyarên me qebûl nekirine."

    Bi heman mijarî:

    Ji Heyder Ebadî daxuyaniya nû ya Kurdistanê
    Koalîsyonê hejmara şervanên HSDê ku li Reqqayê jiyana xwe ji dest dan eşkere kir
    Telavîv: Yan ê peymana nûkleerî hilweşe yan jî Îsraîl wê li hemberî Îranê şer ragihîne
    Edalet Ebdulah: Tirkiyê, Îran û Iraqê li hember kurdan odeya operasyonê avakirine
    Walîtiyê daxuyaniya partiyên Kurdistanî ya ji bo Kerkûkê asteng kir
    Etîketan:
    kurd, Sputnik, Xelîl Şîrvan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de