03:36 14 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî bi Tillerson re hevdîtin pêk anî

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bi rêya telefonê hevdîtin bi Serokê Herêma Kuridstanê Mesdû Barzanî re pêk aniye.

    Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê Rex Tillerson gotiye ku, "Piştî civîna min a li gel Serokwezîrê Iraqm Heyder el Ebadî li Bexdayê, min pêwendiyeke dûr û dirêj li gel Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî pêk aniye."

    Tillerson eşkere kiriye ku, "Em bi aloziyên wan çend mehên dawî yên li bakurê Iraqê dilgiranin. Amerîka li gel hemû aliyên iraqî dost e, hem li Bexdayê dost hene û hem jî li Herêma Kurdistanê dost hene. Em dilgiranin ji ber wê yekê ku heta niha alî negihîştine çareseriyeke aştiyane bo aloziyan."

    Wezîrê amerîkî diyar kir ku, "Em daxwaz ji her du aliyan dikin ku ji pevçûnan dûr bikevin, Waşington amade ye hevkariya Bexda û Hewlêrê bike bo gihîştina bi Iraqeke yekgirtî, federal û demokrat bi rêçareyeke aştiyane."

    Bi heman mijarî:

    Îranê ji bo Amerîkayê got: Hûn nikarin xelkê Kurd ê bi rûmet bi kar bînin
    Erdogan: Sedemên îstîfaya xwe bi hurgilî ji gel re bêjin
    Walîtiyê daxuyaniya partiyên Kurdistanî ya ji bo Kerkûkê asteng kir
    Edalet Ebdulah: Tirkiyê, Îran û Iraqê li hember kurdan odeya operasyonê avakirine
    Etîketan:
    hevdîtin, Wezareta karên derve ya Amerîkayê, Mesûd Barzanî, Rex Tillerson, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de