08:28 13 Kanûn 2017
Zindî
    Heşdî Şebî

    Bi sedan milîs ji nav Heşdî Şebî vedikişin

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî şerê navbera hêzên Pêşmerge û rêxistina Heşdî Şebî bi sedan milîsên süne li Nînovayê ji nav rêxistinê veqetiyan.

    Berdevkê hoza erebên sune Nînovayê Muzahim El Hiwet ragihand ku bi sedema şerûpevçûnên Heşdî Şebî li dijî hêzên Pêşmerge gelek çekdarên sune xwe ji nav Heşdî Şebî vekişandin.

    Muzahim El Hiwêt di axaftina xwe de got: "Piştî armanca siyasî ya Heşdî Şebî hate fêhmkirin ku ne ji bo parastina welat e, heta niha 150 milîsên sune ji nav Heşdî Şebî vekişiyane û di nava wan de fermanderên bilind jî hene."

    El Hiwet di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dema welatiyên erebên sune tevlî Heşdî Şebî bûn armanca wan şerê li dijî terorê bû, lê niha hemû hewlên xwe li dijî Pêşmerge dikin, ev yek bûye sedem ku milîsên sune xwe ji nava Heşdî Şebî vekişînin û bibêjin em şerê Pêşmerge nakin."

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê û Heşda Şebî ji Mexmûrê vekişiyan
    ‘Artêşa Iraqê û Heşda Şebî hêza xwe zêdetir dikin'
    Di navbera Pêşmerge û Heşdî Şebî de şer: 10 kuştî
    Li Kerkûkê û navçeyan xwepêşandan: Heşda Şebî vekişiya
    ‘Artêşa Iraqê û Heşda şebî ber bi nahya Celewlayê ve diçin'
    ‘Ebû Azraîl’: Hin fermandarên Heşdî Şebî li dijî xwînrijandina Kurdan derketin
    Etîketan:
    Heşdî Şebî, Hêzên Pêşmerge, Muzahim El Hiwet, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de