08:31 13 Kanûn 2017
Zindî
    Bajarê KerkûkêLeşkerekî Iraqê li Pirdê ya nêzî Kerkûkê ala Kurdistanê ji cih radike

    Iraqê ji bêr weşanên Kerkûkê, Rûdaw û Kurdistan24 qedexe kir

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM © AP Photo/ Emad Matti
    1 / 2
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Saziya Medya û Ragihandinê ya Iraqê ji Wezareta Berevaniya Iraqê daxwaz kir ku dest deyne ser hemû kelûpelên televizyonê Herêma Kurdistanê, Rûdaw û Kurdistan24ê.

    Di nivîsa fermî ya Saziya Medya û Ragihandinê de ku ji Wezareta Berevaniyê re hatiye şandin, tê gotin, "Rûdaw û Kûrdistan24 bêyî destûra me ya ruxsetê weşanên provokasyonî, nefret û têkdana aştiya civakî dikin. Ji ber van sedeman em ji we dixwazin, weşanên wan televizyonan rawestînin, li seranserê Iraqê ji xebatkarên wan re bibin asteng û dest deynin ser hemû kelûpelên wan."

    Herwiha hat xwestin ku ev biryar ji karmendên wan televizyonan re were ragihandin ku ew televizyon weşanê li Kerkûk û Bexdayê jî dikin.

    Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê jî li dema kontrolkirina Kerkûkê û navçeyên wê ji aliyê artêşa Iraqê û Heşda Şebî ve, bi sedema ku Rûdaw û Kurdistan24 bi weşanên dibin sedema aloziyê xwestibû lîsansa wan were rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: ‘Heyama malbata Esad bidawî dibe’
    Pêşmerge bi çeka Çînê Abrams ruxand, Amerîka şok bû!
    Amerîka: Fermandarê Heşda Şebî Ebû Mehdî Muhendis terorîst e
    Kovara The Economist Pûtînê ‘Çar’ xist berga xwe
    Fund: Em naxwazin iraqî û pêşmerge hev bikujin, hîn DAIŞiyên nehatine kuştin mane
    Generalê Sûrî: Ji ber mijarên girîngtir, hikûmetê hîn berê xwe nedaye HSDê
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de