20:12 14 Kanûn 2017
Zindî
    Tankeke amerîkî Abramsê

    Pêşmerge bi çeka Çînê Abrams ruxand, Amerîka şok bû!

    © AP Photo/ Hadi Mizban
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 50

    Kovara War Is Boring vîdyoya hêzên Pêşmerge ya ku tanka Abrams M1A1 a Amerîkî ruxandibû analîz kir û gihîşt wê encamê ku tanka Abrams bi moşeka HJ-8 a Çînê hatiye lêdan û têkşikandin.

    Di nivîsa kovarê de tê gotin ku tanka Abrams M1A1 a artêşa Iraqê 20ê Cotmehê li dorûbera Kerkûkê ji aliyê pêşmerge ve hatiye têkdan ku pêşî dihat texmînkirin ku ew bi moşeka tanksiwar a Fransî-Almanî MILAN hatiye ruxandin.

    Di berdewamê de tê diyarkirin ku li gor encamên analîzên dawî "Muhtemel e Abrams M1A1 bi moşeka tanksiwar a Çînê hatiye lêdan."

    'DIBE KU MOŞEKA HJ-8 JI DAIŞÊ KETIYE DESTÊ PÊŞMERGE'

    Kovar balê dikişîne ser ku Çînê bi fermî çek nedane pêşmerge, lê dibe ku hêzên Pêşmerge ew moşek li dema şerê DAIŞê li sala 2014an wekî xenîmet bidest xistibin.

    HETA GIHÎŞTIYE PÊŞMERGE JI DESTÊ 3 DEWLETAN DERBAS BÛYE

    Dîsa tê pêşbînîkirin DAIŞê ew çek ji artêşa Sûriyê, artêşa Sûriyê ji Qeterê û Qeterê jî ji Sûdanê bi dest xistibe. Lewra Çîn moşekên HJ-8 difiroşe Sûdan, Misir, Mîrnîşînên Erebî, Pakîstan û bi tevahî 19 welatan.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Fermandarê Heşda Şebî Ebû Mehdî Muhendis terorîst e
    Kovara The Economist Pûtînê ‘Çar’ xist berga xwe
    Fund: Em naxwazin iraqî û pêşmerge hev bikujin, hîn DAIŞiyên nehatine kuştin mane
    Generalê Sûrî: Ji ber mijarên girîngtir, hikûmetê hîn berê xwe nedaye HSDê
    Neteweyên Yekbûyî banga dîyalogê li Bexda û Hewlêrê kir
    Tillerson ji Ebadî xwest pêşniyara diyaloga bi Hewlêrê re qebûl bike
    Etîketan:
    Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de