08:43 20 Sibat 2018
Zindî
    Hewlêr - Kurdistan

    Cîgirê berê yê Mele Mistefa jiyana xwe ji dest da

    © AFP 2018/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Elî Ebdulla, Cîgirê berê yê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û sekreterê wê partiyê yê di dema Mele Mistefa Barzanî de îro li Hewlêrê koça dawî kir.

    Li gorî agahiyên Rûdawê cîgirê berê yê serokê PDKê Elî Ebdullah, ku yek ji endamê kevn ê PDK û damezirênerê vê partiyê bû, sibeha îro di temenê xwe yê 95 salî de li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kir.

    Hat ragihandin ku Elî Ebdullah ev çend sal in, nexweş bû û di serdema Mela Mistefa Barzanî de cîgirê serokê wî bû û pişt re jî di çend kongreyan de weke cîgirê serok hate hilbijartin.

    ELÎ EBDULLAH KÎ YE?

    Sekreter û cîgirê berê yê serokê PDKê Elî Ebdullah di sala 1922an de li Koyê ji dayîk bûye. Li Bexdayê Fakulteya Endazyariyê xwendiye û di nava desteya damezrêner a Partiya Rizgarî de cih girtiye.

    Di 16ê Tebaxa 1946an de bûye endamê polîtbûrûya PDKê û di kongreya 9em a sala 1979an de bû sekreterê PDKê.

    Di kongreya 11an a PDKê ya sala 1993an de bû cîgirê serokê PDKê. Di kongreya 13em a PDKê de, ku di dawiya sala 2011ê de hate sazkirin, ji ber nexweşiya xwe dest ji erka xwe berda.

    Ebdulla îro li nexweşxaneyeke Hewlêrê çû ber dilovaniya xwe.

    Bi heman mijarî:

    Şandina petrola Kurdistanê bo Tirkiyeyê zêde dibe
    Hersê partiyên Herêma Kurdistanê YNK, PDK û Yekgirtû li hev kirin
    Serokê Encûmana Kerkûkê: Heta Alaya Kurdistanê li Kerkûkê bilind nebe ez venagerim
    Li Kurdistanê hilbijartin hatin paşxistin
    Parlamentoya Kurdistanê sibê dicive
    Etîketan:
    PDK, Elî Ebdullah, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de