21:00 23 Hezîran 2018
Hêzên çekdar li Xurmatu (Arşîv)

Berdevkê YNKê: Zilmeke mezin li xelkê hatiye kirin

© REUTERS / Goran Tomasevic
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre da xuyakirin, wan parêzgarekî nû ji bo Kerkûkê destnîşan kiriye û li ser rewşa dawû ya piştî hatina artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî got, zilmek mezin li xelkê hatiye kirin.

Berdevkê YNKê Pîre da xuyakirin ku Berpirsê YNKê yê li Kerkûkê Aso Mamend ji bo rewşa Kerkûkê hatiye erkdarkirin ku YNKê ji bo parêzgarê nû jî Rizgar Elî pêşniyar kiriye.

Pîre bal kişand ser êrîşên Heşdî Şeibî li Xumarto û bajarokê Pirdê û da zanîn ku rewşeke taybet heye û got, zilmeke mezin li xelkê Xurmatûyê hatiye kirin.

Berdevkê YNKê daxwaza cezakirinê li wan aliyên bûne sedema vê zilmê kir ji berpirsên îdarî û hizbî yên deverê xwest, alîkariya xelkê bikin.

Bi heman mijarî:

Almanya: Kurdan soz daye, dê piştevaniya pêşmerge berdewam be
Rex Tillerson bi serdaneke awarte çû Bexdayê
Parlamentoya Iraqê nekarî parêzbendiya parlamentarên Kurd betal bike
Heşda Şeibî: Divê Amerîka ji me lêborînê bixwaze
‘Dema Reqa di bin dorpêçiya koalîsyonê de bû milîtanên DAIŞê ji bajêr vediqetiyan'
Etîketan:
Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de