01:16 24 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Ji fermandarê pêşmerge daxuyanî: Çiyayên Zertek û Xazir di kontrolê de ne

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 62 0 0

    Fermandarekî Hêza Pêşmerge yê Mîhwera Xazirê ragihand, deverên Xazir, Hesen Şam û çend cihên din ê wî sînorî di kontrola hêzên pêşmerge de ne û red kir, ku hêzên Iraqê ew cih kontrol kiribin.

    Fermandarê Lîwaya 4 a Supaya Zêrevaniyê, Lîwa Hemereşîd Şemêranî got, Mîhwera Xazirê aram e û ti liv û tevgereke leşkerî ya rûbirûbûn û pevçûnên leşkerî li vî sînorî çênebûne.

    Li gor nûçeya Rûdawê, Hemereşîd Şemêranî da xuyakirin, ti hêzên Heşda Şeibî yan hêzên din ên Iraqê nehatine ti devereke sînorê wan û diyar kir, tevahiya zanyarî û nûçeyên ku tê gotin, qaşo hêzên Iraqê kontrola wan cihan girtine destê xwe, ji rastiyê dûr in û ew sînor bi temamî di destê hêzên pêşmerge de ye.

    Fermandarê pêşmerge destnîşan kir, hêzên pêşmerge li Hesen Şam, Zehra Xatûn, Werdek, Muftî û zincîre çiyayên Zertek, Xazir û çend cihên din li çeperên xwe ne û ew cih hemû di bin kontrola pêşmerge de ne.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û Macron axivîn: Rêya herî baş danûstandin e
    31 dever heta 9ê Mijdarê bûn herêmên ewlekariyê
    Almanya: Kurdan soz daye, dê piştevaniya pêşmerge berdewam be
    Rex Tillerson bi serdaneke awarte çû Bexdayê
    Parlamentoya Iraqê nekarî parêzbendiya parlamentarên Kurd betal bike
    Heşda Şeibî: Divê Amerîka ji me lêborînê bixwaze
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de