01:10 24 Mijdar 2017
Zindî
    hêzen Iraqî li Kerkukê

    Heta niha 600 kurd bi destê Haşdî Şabî hatiye kuştin

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 53801

    Berpirsê Bersivdana Raportên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihandin ku heta niha 600 kurd li Kerkûk û Xurmatûyê hatine kuştin.

    Dîndar Zebarî di axaftina xwe de got: "Milîsên Haşdî Şabî û hêzên Iraqê piştî dagîrkirina Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî dest bi bêrêzî, îşkencekirin û kuştina welatiyên sivîl ên kurd kirin. Heta niha nêzîkî 600 kesên sivîl di êrişên Haşdî Şabî û hêzên Iraqê de li sînorê parêzgeha Kerkûkê û qezaya Xurmatûyê hatine kuştin û 2 haletên destdirêjiyê jî hatine tomarkirin."

    Zêbarî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Milîsên Haşdî Şabî nêzîkî 400 kes li sînorê Kerkûkê kuştin. Li navçeya Xurmatûyê jî di navbera 150 heta 200 kes ji ber êrişên milîsên Haşdî Şabî û hêzên iraqî hatine kuştin. Milîsan li Kerkûk û Daqûqê destdirêjî li ser keç û jinên kurd kirin."

    Bi heman mijarî:

    Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê: Pêşmergeyan bi lehengî Kurdistan parast
    7 kes hatin binçavkirin û tîşortê ‘ Qaşo Kurdistan’ dinivîse hat desteserkirin
    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    ‘Kurdistan navbeynkariya Rûsyayê girîng dibîne'
    Şêwirmendê Serokwezîr: Kurdistan bi destê Tirkiyeyê tê avakirin
    Wezareta Pêşmerge sedema girtina rêya navbera Kurdistan û Mûsilê eşkere kir
    Etîketan:
    Milîsên Haşdî Şabî, Dîndar Zebarî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de