01:23 24 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Tevgera Goran daxaza îstîfaya Barzanî kir

    © REUTERS/ Reuters TV
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 13051

    Îro Civata Niştîmaniya Tevgera Goran li Silêmanyê civînek lidar xist û têda çend biryarên derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û qunaxa pêşerojê girtin.

    Tevgera Goran piştî wê civînê daxuyanyek weşand û wêneyek ji bo Sputnik Kurdstan şand û têda hatiye gotin ku bimerema dîtina çareseryekê ji rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û dest nîşankirina hin mîkanîzmên nû derbarê rêkeftinên ku bûn sedema krîze hatine dayîn.

    Goran, dibêje divê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê wî pêwîste dest ji karên xwe berden û yasa û saziya serokatya herêmê nemîne û sîstema siyasî bibe perlemanî. Herweha hikûmeta herêmê helweşe û hikumeteke rizgariya niştîmanî bihê avakirin û dest bi danûstana bike ligel hikûmeta federal li ser şertên destûra bingehîn û bidest xistina mafên netewiyên xelkê Kurdistanê. Serokatiya perlemantoya Kurdistanê ligel firaksyonan hewl dide ji bo lidar xistina civîneke perlemanî û derbas kirina gelê me ji vê rewşê û civata bilinda sIyasî ya Kurdistanî hîç şerîet nîne û divê cihê saziyên şerî li herêmî bigire, daxwaz ji hikumeta federal dikîn îrşên xwe bo ser bajar û navçeyên Kurdistanê rabigire û tolvedana malbatên ku zirar û ziyan gehayne wan bide li Dozxormato û Kerkûk û Xaneqîn û Celewla û şengal û şîxan û Zûmar û Mexmur û navçeyên din.

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Pêşmerge rêya Dihok-Şengalê girt
    Di navbera YPGê û hêzên muxalîf de şer derket
    Li Brîtanya kesekî çekdar gelek kesên din rehîn girtîne
    Goran: Bo Kurdistanê projeyeke me heye
    Hevserokên şaxa Stenbolê yên HDPê hatin desteserkirin
    Etîketan:
    îstîfa, Sputnik, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de