16:01 23 Mijdar 2017
Zindî
    Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

    Serkirdeyê YNKê bersiba Bavil Talebanî da

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)
    0 313 0 0

    Serkirdeyê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Hamîd Hacî Xalî bersiva gotinên Bavil Talebanî kurê mezin ê Celal Talebanî da û ragihad ku hin rayedarên YNKê derbarê derbasbûna hêzên iraqî bo nava Kerkûkê de zanyariyên şaş dane wî û çend serkirdeyên din û fêl li wan hatiye kirin û ji ber wê jî Kurdistan hatiye dagîrkirin.

    Beşek ji serkirdeyên YNKê derbarê radestkirina Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî bi hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de nerazîbûna xwe nîşan dan û dibêjin fêl li wan hatiye kirin.

    Serkirdeyekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) red dike ku ji bo hatina Heşda Şeibî pirs bi wî hatibe kirin û dibêje, ji wî û serkirdeyên din ên YNKê re hatiye gotin ku hêzeke hevpeymanan bi hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê diçin bingeha " K 1" a li Kerkûkê.

    Endamê Serkirdatiya YNKê Hamîd Hacî Xalî ji Rûdawê re axivî û gotiye ku: "Berî hatina Heşda Şeibî ji min re gotine ku ew dixwazin li gel hikûmeta Iraqê hemahengiyê bikin, ku hêzên hevpeymanan bêne binkeya " K 1" û li Kerkûkê bicih bibin."

    Hamîd Hacî Xalî dibêje, tenê ew yek ji wî re hatiye gotin û wî jî gotiye, ku ew karekî baş e û piştevaniya wê dike, lê belê tekez dike ku tiştek din jê re nehatiye gotin.

    Goran
    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Hacî Xalî herwiha da xuyakirin, ku ew zaniyarî jî bi telefonê jê re hatiye gotine.

    Wî serkirdeyê YNKê destnîşan dike, dema ku li ser telefonê pirs ji wî hatiye kirin. ne behsa Heşda Şeibî hatiye kirin û ne behsa pêşmerge hatiye kirin û ne behsa enfalkirina Xurmato hatiye kirin.

    Derbarê helwêsta serkirdeyên din ên YNKê û pirskirina bi wan re derbarê hatina Heşda Şeibî bo Kerkûkê de, Hacî Xalî aşkera kir: "Weke min, pirs ji hevalên min jî hatiye kirin, Mehmûd Sengawî Endamê polîtboruya YNKê û Ednan Hemeyê Mîne endamê serkirdatiya YNKê jî jê re gotine ku heman tişt ji wan re jî hatiye gotin, ne kêm û ne zêde."

    Bavil Talebanî di hevpeyvînekê de li gel kenala Frans 24 ragihandibû, ku ji bo hatina Heşda Şeibî û hêzên iraqî bo Kerkûkê 38 kes ji endamên serkirdatiya YNK rezamend bûne û projeyek di vêbareyê de îmza kirine.

    Mijar:
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)

    Bi heman mijarî:

    Helbestvanê kurd koça dawî kir
    Di navbera YPGê û hêzên muxalîf de şer derket
    Li Brîtanya kesekî çekdar gelek kesên din rehîn girtîne
    Hevserokên şaxa Stenbolê yên HDPê hatin desteserkirin
    Etîketan:
    bersiv, YNK, Rûdaw, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de