07:52 18 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    Çavkanîyek bo Spûtnîkê: Hêzên Iraqî û Heşda Şeibî amadekariya êrîşa navçeyên Dihokê dikin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 11

    Çavkaniyeke leşkerî ya pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ji Spûtnîk Kurdistanê ragihand ku hêzên Iraqî û Heşda Şeibî xwe amade dikin êrîşî navçeya Şêxan û hin navçeyên Dihokê bikin.

    Berpirsekî eniya Başikê yê hêza pêşmerge ji Spûtnîkê re ragihand, hêzên Iraqê yên ji artêş, Heşda Şe'bî û polîsên federalî pêk tên, li Musilê xwe amade dikin ji bo pêşde werin û ber bi qezaya Şêxanê û hin navçeyên nêzî bajarê Dihokê bibin.

    'DIXWAZIN HETA SÎNORÊ RÛBARA DÎCLE YÊ SÛRIYÊ BILIVIN'

    Berpirsê pêşmerge ku nexwest navê xwe bide, da xuyakirin, ‘Doh 21ê Cotmehê fermandarên artêşa Iraqê û Heşad Şeibî û polîsên federalî yên Iraqê, li bajarê Musilê 4 demjimêran civînek li dar xistine û tê de behsa wê yekê kirine ku çawa êrîşî ser navçeyên Şêxan, Tikîf, Alqoş û Faîde ya li nêzî Dihokê bikin. Herwiha dixwazin bilivin heta navçeya rojavayê rûbara Dîcle ku dikeve sînorê Sûriyê.'

    'PEŞMERGE DI HEMÛ ENIYAN DE JI BO BERSIVDANÊ AMADE YE'

    Çavkaniya pêşmerge got, ‘Niha hêza pêşmerge di hemû eniyan de di rewşeke baş de ye û amadekariya we ji bo bersivdana her pêşdehatin û êrişeke hêzên Iraqê kiriye.'

    ‘EMÊ DERSEKÊ BIDIN WAN KU TI CAR JI BÎRA WAN NEÇE'

    Çavkaniya leşkerî ya pêşmerge, li ser hatin yan nehatina fermaneke vekişîna hêzên pêşmerge jî got, ‘Heta niha hîç fermanek ji fermandariya giştî ya hêza pêşmergeyên Kurdstanê negihîştiye me.' û di berdewamê de diyar kir, "Eger fermana vekişandinê ji me re neyê, em ê tolhildaneke mezin li ser hêzên Iraqê tomar bikin û dersekê bidin wan ku çi car ji bîra wan neçe.'

    ‘IRAQ DIXWAZE PÊŞMERGE VEKIŞE SÎNORÊN HEYAMA SEDDAM'

    Çavkaniya pêşmerge diyar dike, hikûmeta Iraqê hewil dide ne tenê hêza pêşmerge vekişîne sînorên sala 2014an ên beriya hatina DAIŞê, herwiha fişarê li ser Herêma Kurdistanê dike ku hêzên xwe vekişînin hêla paralela 36an ku ew der sînorên berê yên herêma Kurdistanê ligel rejîma Seddam Husên bû.

    Bi heman mijarî:

    Partiyên Herêma Kurdistanê: Şertên Bexdayê nayên qebûl kirin
    Fermandariya Pêşmerge bang li xwebexşan kir
    Serokê Katalonyayê: Em biryara Îspanya ya fesihkirina rêveberiya xweser qebûl nakin
    Pûtîn: Dîyaloga me ya bi Kazakîstanê re bi awayekî çalak geşe dide
    HSDê li Dêrezorê zeviyê petrolê kontrol kir
    Etîketan:
    iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de