04:29 16 Kanûn 2017
Zindî
    Bajarê Kerkûkê

    Şêx Cafer: Bafil xayîn e, Îran û Tirkiyê rê ji Iraqê re vekir

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31

    Fermandarê Yekîneya 70ê ya hêza Pêşmerge ya girêdayî YNKê, Şêx Cafer Şêx Mustefa ji Kuwêtî re got, ‘Bafil Talebanî xiyanetî kiriye û bi awayekî taktîkî vekişiya ye, ji bo ku şerê navxweyî rû nede.’

    Şêx Cafer ji rojnameya "Ray" a Kuwêtî re da xuyakirin, "Armanca me ji vekişandina ji Kerkûkê, parastina hêzên me bû" û got: "Îran û Tirkiyê çirûska kesk ji artêşa Iraqê re vêxistin, ji bo bi serperiştiya Tehranê bikevin navçeyên me."

    'GRÛBA BAFIL TALEBANÎ GRÛBEKE BIÇÛK E'

    Şêx Cafer ji bo Bafil Talebanî got: "Ew xayîn e, kesek ligel wî nîn e ji bilî grûbeke biçûk" û wiha domand: "Tevî ku ew yek encam da, me hewil da xwe ji şerê navxweyî biparêzin û pirsgirêkan bi guftûgoyê çareser bikin."

    'BARZANÎ FERMAN DAYE IRAQ Û HEŞDA ŞEBÎ JI XAKA XWE DERXE'

    Fermandarê Pêşmerge bal kişand ser ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyam daye, ji bo rêkxistina hêza Pêşmerge û rûbirûbûna artêşa Iraqê û got: ‘Kurd rijd e li ser vegerandina xaka xwe, ya ji aliyê artêşa Iraqê û mîlîşyayên Heşda Şeibî ve hatiye dagîrkirin.'

    Şêx Cafer herwiha ragihand ku ew amade ne berevaniya tevahiya xak û welatê xwe bikin û di bin ti fişarekê de jî naçin bin wê barê nû.

     

    Bi heman mijarî:

    Ajansa YNKê: Hêzên Iraqî wê navçeyên derveyî Kurdistanê derbas nekin
    Trump: HSDê û hevkarên me bi awayekî serkeftî Reqqa şûnde girt
    Di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşdî Şeibî de şerekî giran derket
    'Rûsya û Iraq dê rewşa li Herêma Kurdistanê binirxînin'
    Hejmara turîstên Rûsî yên ku çûne Tirkiyeyê 10 qat zêde bûye
    Li fuara pirtûkan Ihsan Eliaçik rastî êrîşê hat
    Pêşmerge bersiv da îdiayên artêşa Iraqê
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de