00:59 24 Mijdar 2017
Zindî
    Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

    Ajansa YNKê: Hêzên Iraqî wê navçeyên derveyî Kurdistanê derbas nekin

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12501

    Ajansa Parastin û Zanyarî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) daxuyand hêzên Iraqî ji herêmên Kurdistanî yên Derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê zêdetir pêşde naçin.

    Ajansa Parastin û Zanyarî ya YNKê li ser geşedanên dawî yên li Herêma Kurdistanê rû dan, daxuyaniyeke niviskî weşand û tê de diyar kir ku ev bûyerên ku vê dawiyê li Kurdistanê rû didin, beşek ji rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye, ku di sala 2016an de hatibû danîn.

    Ajansê di daxuyaniya xwe de got, "Ew tevahiya partiyên Rojhilatê Kurdistanê piştrast dikin ku ti mestirsî li ser hebûna wan li navçeyên di bin kontrola YNKê (Herêma Kesk) de tune ye."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev bûyerên ku niha li Kurdistanê diqewimin, beşek ji wê rêkeftina ligel Bexdayê ye, ku di sala 2016an de hate danîn û hat gotin ku hêzên Iraqî dê ji navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê derbas nebin.

    Bi heman mijarî:

    Malikî: Bi alikariya Qasim Silêmanî û aliyekî YNKê em ketin Kerkûkê
    Xelîlzad: Eger Kerkûkê li berxwe bidana wê nêrîna Amerîkayê guherîbûna
    Haşdî Şabî hê jî di nava Kerkûkê de ye
    Erşad Salihî: Bila parêzgarê nû yê Kerkûkê Tirkmenî be
    Helgurd Hîkmet: Bi sedan termên Heşda Şeibî bo Kerkûkê hatin şandin
    'Ti hêz nikare biryarên meclîsa Kerkûkê hilweşîne'
    Etîketan:
    Ajansa Parastin û Zanyarî ya YNKê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de